Ciwanekî Êzidî ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin 2018-03-21 11:08:39   Viyan Seîd-Delîla Axîn   ŞENGAL - Şervanên azadiyê li bajarê Dêrezorê ciwanekî bi navê Heyisem Naîf yê  Êzidî ji hovîtiya çetayên Daîşê rizgar kirin. Ciwanê ku ji aliye şervanên azadiyê ve hat rizgarkirin li warê pîroz Şengalê, ji aliye meclîsa gel a Xanesorê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestî malbata wî hat kirin.   Şervanên azadiyê li bajarê Dêrezorê ciwanekî bi navê Heysem Naîf yê  Êzidî ji hovîtiya çetayên Daîşê rizgar kir. Ciwanê ku ji aliye şervanên azadiyê ve hat rizgarkirin li warê pîroz Şengalê, ji aliye Meclîsa Gel a Xanasorê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ )ve radestî malbata wî hat kirin. Heysem Naîf diyar kir ku dema çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî wan kir  20 kes ji malbata wan girt û wiha got: "  Ez ji bajarê Şengalê dema di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ'ê êrîşî me kir, me hewl da ku em birevin lê me zev kirin. Çetayên DAÎŞ'ê 20 kes ji malbata me girtin. Me ji hev qetandin. Keç û jinên ciwan ji xwe re birin û mêrên temen mezin jî kuştin. Zarokên ku revandin jî li gor rêgez û berjewendiyên xwe perwerde kirin. DAÎŞ'ê zarokên Êzidî fêrî dînê îslamî dikirin û quran bi zorê bi me dida xwendin, gelek kesê mîna min fêrî her awayi hatin kirin. Xwişk û birayên min di encama êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan. "   Her wiha Heysem ji QSD'ê re spas kir ku ew xelas kirine û wiha dewam kir:"Ji bo carek din em radestî destên çeteyên hov nebin divê em bibin xwedî rêxistinek xurt û em dev ji têkoşînê bernedin."   Dayika Heyisem, Tewra Xirmiş Naîf jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got:"Ji ber ku kurê min piştî 3 salî rizgar bû ez gelekî kêfxweş im. Em spasiyê xwe ji QSD'ê dikin. Hîn gelek xizmên me di destên çeteyê DAÎŞ'ê de ne em hêvî dikin ku di demek kurt de ew jî rizgar bibin."   Her weha li ser navê Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) Şamê Xudêde axivî û got: " Em hêvî dikin ku dê Êzidî carek din bi zilm û zordariyê rû bi rû nemîne û hemû gelê Kurd ji êrîşan rizgar bibe. Kurdên ku li Efrînê jî bi qirqirinekê rû bi rû man, dê têkoşîna xwe mezintir bike. Em ê di berxwdana Efrînê de jî bi ser bikevin."