Ji bo Efrînê li Girkêlegê meş hat lidarxistin 2018-03-21 10:15:15   GIRKÊLEGÊ - Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û pişgtiriya berxwedana serdemê ya Efrînê li Çelaxê meşek girseyî hat lidarxistin.     Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û pişgtiriya berxwedana serdemê ya Efrînê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Bajarokê Çelaxê yê Girkêlegê meşek girseyî hat lidarxistin. Meşê ji destpêka bajêr dest pê kir û li nava bazarê veguhert mîtîngê.     Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin û dirûşma "Bijî Berxwedana Efrînê" hat berzkirin. Piştî ku meş rawestiya ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Kongreya Star Nezha Sêfaldîn axivî û got:"Em bi vîna gelê Kurd a xurt berxwedana Efrînê slav dikin. Dê gelê Kurd bi vîna xwe ya azad û xurt hemû êrîşên neyaran vala derxîne. Em ê tu carî koletiyê qebûl nekin û têkoşîna xwe ya ji bo Efrînê bidomînin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.