Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên Nwerozê 2018-03-21 09:59:46   NAVENDA NÛÇEAYN - Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li gelek bajaran Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên sî ji Hewlêr heta Til Hemisê ku Newroza Efrînê pîroz kirin gotin; "Wê agirê Newrozê dagirkeran bişewitîne."   Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li gelek bajaran Agirê Newrozê hat vêxistin. Bi sedan kêsên ku ji 4 parçeyên kurdistanê çûn Qendîlê êvarê li ber agirê Neworozê yê ku vêxistin govend girtin. Kurdistaniyên ku Newroz pîroz kiringelê Efrînê yê ku li dijî dagirkerên tirk û çeteyan li ber xwe didin silav kirin. Di çalakiyên ku hatin liddarxistin de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê hatin berzkirin"  û li ber mûzîkê govend hat girtin.  Herwiha hat aşkerakirin ku xebatên ji bo Newroza ku wê li Qandîlê bê pîrozkirin amadekariyên pîrozbahiyê qediyan e.    Hewlêr   Pîrozbahiya Newrozê li Hewlêrê li Parka Şanedar hat kirin û bi sendan nûnerên partî, rêxistinên siyasî û gelê Hewlêrê tevli pîrozbahiyê bûn.  Pişît ku agirê Newrozê hat pêxistin Waliyê Hewlêrê Nevzat Hadî axîvî û banga yekitiya neteweyî kir.    Kelar   Li navçeya Germiyan a Kelarê bi hezaran welatî tevli pîrozbahiya Newrozê bûn. Di pîrozbahiya ku bi dirûşma "Em bi ruhê berxwedana Efrînê Newrozê pîroz dikin" hat lidarxistin de Wêneyên serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan, alên  Tirkiye, Rûsya û Îniglistanê hatin şewitandin.   Xurmal   Çalakiya pîrozbahiya Xurmal a Navleya Helepçeyê ku ji bo Newrozê hat lidarxistin ji bo kesên ku di berxwedana azadiyê de jiyana xwe ji det dan bi rêzgirtinê hat destpêkirin  û piştî rêzgirtinê di axaftina ku hat kirin de êrîşên dewleta titk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.   Maxmur   Li Mexmûrê pîrozbahiya Newrozê bi meşa meşaleyê ya xwendekarên Kampa Şehîd Rustem Cudî hat pîrozkirin. Meş ji ber Şaredariya Mexmûrê hat detpêkirin û li gel xwendekaran  Meclisa Demokratîk a GEL, Meclisa Îştar, endamên Komelên Ciwan  û gelek welatî tevli bûn.    Piştî meşê agirê Newrozê hat pêxistin û li ber agir govend hat girtin.   Kerkûk   Li Kerkûkê Nwroz li Keleha Kerkûkê hat pîrozkirin û bi hezaran Kurdistanî tevli bûn .Kerkûkiyan bi silavkirina gelê Efrînê yê ku 60 rojî li ber xwe da dest bi pîrozbahiyê kirin. Di pîrozbahiyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê jî hatin hilgirtin.   Qamişlo    Li Qamişloyê jî li Dêrik, Girikê Legê û li navçeya Til Hemisê bi daxuyanî û meşa meşaleyî ku hat lidarxistin Neworz hat pîrozkirin.   Li navçeya Dêrikê ya Qantona Qamişloyê  di pêşengiya ciwanan de starta Newrozê hat dayîn. Ciwanên ku li ber Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer kom bûn li li ber agirên Newrozê ku vêxistin govenda gerandin. Ciwanan bi dirûşmên  "Bijî berxwedana serdemê" Newroz pîorz kirin.   Girikê Legê   Li navçeya Girikê Legê di çarçoveya pîrozbahiya Newrozê de ciwanan meşa meşaleyî li dar xist. Ciwanên ku li Qada Şehîd Xebat  kom bûn pîrozbahî bi drûşma "Bijî berxwedana Efrînê bi dawî bû.   Til Hemis   Li navçeya Til Hemisê jî gel Newroz pîroz kir û berxwedana serdemê ya li Efrînê silav kir. Gelê navçeyê ku li ber agirê Newrozê kom bû govend gerand û Newroz pîroz kir.   Girê Spî   Li girê Spî ciean derketin qadan û bi meşa meşaleyî dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Ciwanên ku li Qsa Mabata kom bûn agirê Newrozê vêxistin û di axaftinên ku hatin kirin de hat gotin ku wê Agirê Nerozê dagirker û çeteyên wan li Efrînê bişewitîne.