Selam Hena: Êzidî li dijî polîtîkayên qirkirin û tunebûnê têdikoşin 2018-03-21 08:41:06   Ronida Hacî    HESEKÊ - Êzidî gelek caran bi qirqirinên mezin rû bi rû mane. Herî dawî ketina DAÎŞ'ê ya Şengalê bû sedema qirkirin û koçeke mezin. Jina Êzidî Selam Hena derbarê qirkirin, talan, koçberî û helandina ku bi salan e li ser wan tê ferzkirin bi lêv kir ku tevî hemû zextan wan dev ji ax û welatê xwe bernedan û li dijî  polîtîqayên qirkirin û tunekirinê serî hildan.   Êzidî gelek caran bi qirqirinên mezin rû bi rû mane. Herî dawî ketina DAÎŞ'ê ya Şengalê bû sedema qirkirin û koçeke mezin. Jina Êzidî derbarê qirkirin, talan, koçberî û helandina ku bi salan e li ser wan tê ferzkirin anî ziman ku ew li dijî polîtîqayên qirkirin û tunebûnê têdikoşin.   'Li dijî polîtîkayên qirkirinê jinên Êzidî li ber xwe didin'   Selam Hena ya 48 salî diyar kir ku ew wekî jinên Êzidî li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê berxwe didin û got:"Bi salan e ku ferman û koçberî li ser me tê ferzkirin. Her dem em bi qirkirinên mezin rû bi rû mane. Herî dawî DAÎŞ'ê bi hezaran jinên Êzidî revandin, li bazara firotin û îşkence bi wan kir. Di vir de dewleta tirk jî bû sedem ku Êzidî bi tunebûn û qirkirinên mezin rû bi rû bimîne. Jinên Êzidî li dijî vê yekê xwe parast, xwe bi rêxistin kirin û serî netewandin. Dê ji niha şûnde ev rêxistina mezintir bibe û em nahêlin careke din jinên Êzidî li bazaran bên firotin û bi tecawizê rû bi rû bimînin."   'Jinên Êzidî parastina ax û nasnameya xwe dikin'   Selamê anî ziman ku  bi saya Şoreşa Rojava wan têkoşîna xwe mezintir kirine û wiha got:"Piştî Şoreşa Rojava me xwe nas kir û me têkoşîna xwe mezintir kir. Em bêtir li axa xwe xwedî derketin. Berî Şoreşa Rojava rejîmê destûr nedida ku em mala Êzidiyan ava bike. Lê piştî ku şoreş hat kirin êdî me xwe bi awayekî azad dikaribû rave bikira û me dikaribû dawa doza xwe bikira. Bi avakirina rêxistina YJŞ'ê jî bi hezaran jinên Êzidî li dijî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê xwe bi rêxistin kirin. Ev rêxistina dê bi parastina rewa xurtir û mezintir bibe."   'Li dijî koçberî û helandinê me xwe parast'   Selamê anî ziman ku ew parastina xwe ya li dijî koçberî û helandinê didomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Îro polîtîkayên gelek qirêj li ser Êzidiyan bi taybet jî li ser jinan tê meşandin. Ev polîtîka rê li koçberî û helandinê vedike. Ez bang li hemû Êzidiyan dikim ku li dijî polîtîkayên koçberî, qirkirin û helandinê vegerin warê xwe û xwedî li dîrok û çanda xwe derkevin."