HDK: Rihê Kawayan li her derê ye 2018-03-20 13:41:30   AMED - HDK a ku Newroz pîroz kir banga tevlêbûnê kir û got “Serfiraziya mirovayetiyê bi qasî Newrozê nêz e.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Newrozê pîroz kir û ji bo tevlêbûna Newrozê bang kir.   Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin:   “Vejîn û zindîbûna xwezayê ya di biharê de tê wateya domandina jiyîna civakan jî. Ji ber vê jî Newroz piştî zivistanê bûye bihar, piştî tarîtiyê bûye ronahî û bûye şahiya vejîna gelan. Ji ber vê jî Newroz cejna gelan, xeyalan, dilan û çalakiyan e.   Kî ku bixwaze hêza jiyan, aştî û hêviyê ji destê gelan bigire, ew ê li pêşberî wan Newroz hebe. Kî ku bixwaze gelan bi zilm û zordariyê tehdît bike ew ê berxwedana Newrozê derkeve pêşberî wan. Agirê Newrozê natefe û her dem ji mazlûm û bindestan re bûye ronahî û serfirazî. Kî ku bixwaze bibe Dehaq ew ê rastî edaleta Kawayan were. Kesên ku li Efrînê heykelê Kawa hilweşandin divê bizanibin ku ew nikarin xwe bigihînin heqîqetê û heqîqet di dilê gelan û di hişmendiya azadiyê de ye.”   HDK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga tevlêbûna Newrozê kir û got, “Silav ji kesên ku bihar anîne û ew ê bînin.”