Jinên Girê Spî: Dê berxwedan bidome 2018-03-20 12:09:05   Îlham Eloso   GIRÊ SPÎ - Jinên gundê Cirinê yê  Kantona Girê Sipî peyama girîngiya berdewamî ya berxwedana serdemê dan û gotin:"Tevî hemû astengî û zordestiyan berxwedana Efrînê li cîhanê deng veda û bi dawî nebû."   Jinên gundê Cirinê yê  Kantona Girê Sipî anîn ziman ku dê pişgiriya wan a berxwedana Efrînê bidome û dê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma hêzên navneteweyî mezintir bikin.   Jina bi navê Mêdiya Elî diyar kir ku Gelê Kurd tu caran bejna xwe li ber zilm û zordestiya neyaran netewandiye û dê netewînin wekî ku li Efrînê berxwe dan û teslîm nebûn.   Gulistan Ehmed jî doza şopandina Arîn, Barîn û Avestayan pîroz kir û got:"Tevî hemû zordestiyên dewleta tirk û komên bi wê re ku heta Nexweşxaneya Efrînê jî bombebaran kirin û li gor rêgez û ehlaqa şer tevnegeriyan, Gelê Kurd bi vîneke xurt li dijî vê yekê têkoşiyan. Dê berxwedana Efrînê bi hêzeke mezin berdewam bike."   Her wiha Rodîn Mihemed anî ziman ku ew bi berxwedana gelê Efrînê ser bilind in û ew ê heta dawî piştigiriyê bidin berxwedana serdemê.    Farîza Ismaîl anî ziman ku Efrîn war, çand û nasnameya gelê Kurd e, dê gelê Kurd ji bo berxwedana Efrînê têkoşîna xwe mezintir bike û li nasnameya xwe xwedî derkeve.