Rîhan Loqo: Dê serîhildan bi rengekî nû bidome 2018-03-20 10:36:54   Ronida hacî    HESEKÊ - Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Rîhan Loqo diyar kir ku dîroka herêma Efrînê berxwedanî ye.   Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Rîhan Loqo anî ziman ku dîroka berxwedana Efrînê kûr e û dê serîhildan bi rengekî nû bidome.   'Jinên berxwedêr serîhildan zindî kirin'   Rîhanê diyar kir ku bi berxwedana Efrînê û têkoşîna jinên Kurd rengê serîhildanê guhert û ket qonexek nû û got:"Jinên berxwedêr li Efrînê serîhildan zindî kir. Mohra xwe li serkeftinên dîrokî xistin. Ev yek mînakên ku dê rê li pêşiya mirovan veke zêde kir."   'Têkoşîna jinên Kurd hişmendiya koledariyê têk bir'   Rîhanê da zanîn ku têkoşîna jinên Kurd hişmendiya koledariyê têk bir û wiha got:"Têkoşîn û berxwedana jinên Kurd a li ser axa Efrînê mertala herî xurt a li dijî hişmendiya koledariyê û teslîmiyetê ye. Jinên Kurd li Efrînê teslîmiyet qebûl nekirin û berxwe dan. Ev berxwedan bi dawî nebû û bi rengekî cuda didome."   'Jinên Efrînê yên berxwedêr ji jinên cîhanê re bûn feyz'   Rîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Kurd xwedî çand, dîrok û huner in. Hêz û feyza têkoşîna xwe ji kevneşopiya xwe distînin. Bi berxwedana serdemê ya Efrînê ev têkoşîn û kevneşopî careke din derket ser rûyê erdê. Ev yek jî bû sedem ku jinên Efrînê yên berxwedêr ji jinên cîhanê re bibin feyz."