Naşîde: Roja Newrozê hêrs û hestên xwe bînin ziman 2018-03-20 10:15:27   Rojda Aydin   AMED - Xebatên ji bo mîtînga Newrozê ku wê li Amedê bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin û li Efrînê bi ser kevevin'  bê lidarixistin bi dawî bûn û Amed sibe ji bo Neworzê Amde ye.  Hevseroka DBP’ê ya navenda Amedê Naşîde Toprak ya ku ji bo tevlibûna Neworzê bang kir  hemû  gelê Amedê vexwend pîrozbahiya Newrozê.     Sibe bi minasebeta 21'ê Adarê roja Newrozê li gelek bajaran çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di çarçovyea pîrozbahiya Newrozê de li Amed wê sibe li Amedê mîtîng bê lidarxistin.  Hevseroka DBP’ê ya  Amedê Naşîde ji bo tevlibûna mîtîngê bang li gelê Amdê kir û hemû kes vexwend pîrozbahiya Neworzê.   Naşîdê  anî ziman ku ji destpêkla meha Adarê û vir de wan xebatên Newrozê dane destpêkriin, kolan bi kolan, tax bi tax xebatên xwe yên ku berdewam kirine bi dawî kirine û wiha got: “Em kolan bi kolan, tax bi tax û li navçeyan geriyan û me xebatên xwe yên ku bi coşeke mezin dan destpêkirin qedandin. Dema ku me li kolan û taxan xebat dimeşandin me di çavê gel de ev tişt dît. Me hem kelecan û hem jî hêrs dît di çavên gel de. Lê gel bi kelecaneke mizin li benda pîrozbahiya Newrozê ye."   ‘Xebatên me wê heta roja Newrozê berdewam bikin’   Naşîde diyar kir ku ji bo pîrozbahiya neworzê detûr hatiye dayîn û wiha dawî li axafitina xwe anî: “Em niha di qada Newrozê de xebatên teknîkî û dîkê yên dawî dikin. Em li aliyekî jî li naçe û navenda bajêr xebatên xwe yên ji bo vexwendina pîrozbahiya Neworzê bi belavok û anonsan berdewam dikin. Em bang li gelê Amdê dikin ku ji 7 salî heta 7'ê salî bi hemû rengên xwe yên neteweyî tevli mîtînga pîrozbahiya Neworzê bibin. Em dixwazin ku gelê hem hêrsa xwe û hem jî klecana xwe li qada Newrozê bîne ziman.”