Naze ji her kesî re banga Newrozê dike 2018-03-20 09:10:39   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Naze Korkmaz ku her sal bi çopek kibrîtê Newrozê pêşwazî dike bang li hemû kesên dixwazin ‘zincîrên dilgirtinê biqetînin’ kir ku tevlî Newrozê bibin.   Naze Konak di 1995’an de ji Sêwrega Rihayê koçî Konak a Îzmîrê kir û her sal hem 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û hem jî Newrozê bi jinên taxa xwe re pîroz dike. Naze bi lêv kir ku tevlîbûna Newroza îsal divê li gorî salên din pirtir be û bang li hemû kesî kir ku tevlî Newrozê bibin.   Naze ku di 1995’an de ewil tê Menemenê û piştre bar dike Konakê wiha pê de çû: “Li Menemenê kesî pîroz nekiriba jî me li ber deriyê xwe teqez di Newrozê de agir pê dixist. Me cejna vejînê teqez pîroz dikir. Em piştî demek dirêj di nav çandek cuda de hatin qebûlkirin. Gelek caran em rastî zextên nîjadperest hatin. Zarokên min Kurdî fêm dikin lê nikarin biaxivin.”   ‘Bi ruhê serhildanê’   Naze destnîşan kir ku Newrozên Îzmîrê her sal bi ruhê serhildan û coşek mezin tên pîrozkirin û got bi jinên taxa xwe re tevlî Newrozê dibin. Naze bi lêv kir ku ji bo Newroz bên pîrozkirin li Nisêbîn, Cizîr, Amedê bedelên gelek mezin hatin dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman Newroz ne tenê cejna Kurdan e. Kî di bin zextan de be divê dakevin qadan.  Zincîra koletiyê wê demê tê şikandin. Em ne hindik in. Em ne qels in. Êdî ji koletî û zextan re bes.”