Li girtîgeha Tarsûsê îşkenceya lêgerîna tazî didome 2018-03-20 09:04:59   MERSÎN - Girtiya bi navê Pinar Demîr a li Girtîgeha Tarsûsê girtî ye diyar kir ku 13 jin di odeya bi sunger de rastî îşkenceyê hatine û piştî grevên birçîbûnê tevî daxwaz hatine qebûlkirin, midûrê nû lêgerîna tazî li wan ferz kiriye.   Pinar Demîr a li girtîgeha Jinan a Tarsusê dimîne bi nameya ku şand binpêkirinên mafan vegot.  Pinarê diyar kir ku di 3’ê Adarê de 13 jinên li dijî lêgerîna tazî li ber xwe dane, birine odeya bi sunger û îşkence lê hatiye kirin. Pinarê diyar kir piştî greva birçîbûnê daxwazên wan hatine qebûlkirin lê midûrê girtîgehê guheriye û bi vê re êrîşan dîsa dest pê kiriye.   Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Hevalên me bi zorê ji aliyê gardiyanan ve bi erdê re hatin kaşkirin û birin odeyên sungerê. Hevalên me yên nexweşên tansiyon, dil û hepatîp B hebûn. Hevalên me yên divê her tim di bin kontrola doktor debûna em niha niza rewşa wan çawane.”   ‘Midûrê nû di lêgerîna tazî de israr dike’   Pinarê destnîşan kir ku yên lêgerîna tazî li wan ferz dikin sûcdarin û ev tişt bi lêv kir: “Der barê vê de berê em bi dehan carî bi midûrê saziyê re hatin cem hev. Em ji bo binpêkirina mafan ketin greva birçîbûnê ya 40 rojî.  Wê demê midûr got lêgerîna tazî êdî nayê kirin. Lê midûrê nû dîsa lêgerîna tazî israr dike. Mafê hevdîtina bi telefonê yê heftane jî ji destê me hat girtin.”   ‘Gelo provokasyon tê armanckirin?’   Pinarê di berdewamiya axaftina xwe daxuyakirin ku tevî cezayê ragîhandinê tune ye, hevdîtinên wan bi awayekî kêfî tên astengkirin û ev tişt daxuyakirin: “Em xwe nagihînin malbat, parêzerên xwe. Em binpêkirina mafan nikarin ragihînin. Gelo li vê girtîgehê çi tê plankirin.    Gelo armanc provokasyon e?    Rojekê dibêjin giştînameya ‘cilên yek reng heye’.  Rojeke din li ser piyan   dijmêrin. Hemû faliyetên civakî tên rakirin. Yanî tecrîd tê meşandin.  Dibe ku bi awayekî ne heq ceza li me hatibe birîn; lê em ne kesên bê îrade yên her roj ji îşkenceyan re bibêjin erê ne.  Ji ber nasnameya siyasî em her roj rastî van êrîşan tên. Li nexweşxane, korîdor, koxuşan ewlehiya me tune ye.  Me ev pêkanîn qebûl nekin. Em lêgerîna tazî qebûl nakin. Em ji raya giştî hestiyariyê dixwazin.”