Jinan ji bo Efrînê biryara seferberiyê dan 2018-03-19 11:52:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Di Komxebata jinên kurd a Neteweyî ku li Brukselê hat kirin de ji bo efrînê bernameya xebatê hat amdekirin û biryara seferberiyê hat dayîn.    Li avahiya KNK'ê ya li payitextê Belçîka Brukselê bi tevlibûna jinên kurd ji çar parçeyên kurdistanê bi rojeva Efrînê Komxebata Jinên Kurd a Netweyî hat lidarxistin.  Piştî rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê ku li Efrînê jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştî Rêzgirtinê Hevberdevka  TJK-E'yê  Dilşa Osman avivî. Dilşa bal kişnad ser êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê û diyar kir ku ew ji bo bernameya xwe ya çalakiyên diyar bikin ji çar parçeyên Kurdistanê civiyane.   'Jin her xwedî helwest bûn'   Piştî Dilşayê Hevseroka KNK'ê Nilufer Koç axivî. Nilufer diyar kir ku li Kurdistanê şerekî ne neheq tê meşandinû anî ziman ku diê  êrîşên dewleta tirk û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî a li dijî van êrîşan bê niqaşkirin. Nilufer wiha berdewam kir: "Em helwesta dijmin ji komkujiya Helepçe, dêrsim û ji tecrûbeyên xwe yên din dizanin.  Efrînê tenê ne başarek e. Li Efrînê nasnameyeke din a kurd bi teşe bû ku ev nasname wê bandora xwe li ser tevahiya Rojhilata Navîn bike.  Rojava piştî Lozanê planê sedsale ser û bin kir.  Hêzên emparyalîst vê qebûl nakin.  Kurdan gelek bedel dna. Herî zêde jî jinan bedel dan û her xwedî helwest bûn."   Jinên din ên ku di komxebtê de axivîn jî diyar kirin ku jin xwedî hêza ku dikarin bêdengiya cîhanê bişînin e û gotin ku Efrînê tenê ne pirsgirêka Rojava ye.. Xalekendin a komxebatê jî helwesta hêzên navneteweyî bû Jinan diayar kir ku Efrîn wekî ku Yekitiya Ewropayê dibêje ne mijareke mirovî ye. Mijar nasnameya civakî ye.    Piştre jinên kurdistanî, bal kişandin ser girîngiya seferberbûna ji bo Efrînê û ev biryar girtin:    *Ji bo biçin serdana Misirê û Vatikanê li şewrê heyet hatin diyarkirin. Ev heyet wê ji bo Efrînê hevdîtinan pêk bîne.   *Avakirina maseyeke krîzê ku ji aliyê jinan ve çalakiyên bê dem kordîne bike,   *Avakirina heyeteke ku bi saziyên jinan ên li Eworpayê re hevdîtinê bike,   *Boykotkirina alavên tirk, piştgiriya her kesî ya ji bo gelê Efrînê a madî manewî,   *Şandina nameyekê ya ji bo Parlamentoya Kurdistan, ji bo serokê wê û parlamenterên wê ku bêdengiya xwe xira bikin,   *Nameyek ji bo hikûmeta Iraqê ku ji bo helwesta xwe li dijî polîtîkayên qirêj ên Tirkiyeyê diyar bike.    * Li hember êrîşên li dijî Kurdan ji hemû alî û partiyên Kurd re wê nameya yekîtiyê bê nivîsandin û ji jinên Kurd îmze bêne komkirin,   *Şandina heyeteke ji jinên kurd ji bo Zanîngeha El Ezher ku bi nasnameya xwe  ya îslamî li Misrê tê zanîn,   *Bi heman helwestê şandina heyetekê ji bo Vatîkanê.