Besîme Konca: Em ê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê pîroz bikin 2018-03-19 09:02:12   Habibe Eren    ENQERE - Tevî hemû astengiyan jin dê bi dirûşma "Wiha naçe , an azadî yan azadî" biherikin qadên 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Besîme Konca bal kişand ser astengiyên li dijî Newrozê û got:"Gelê me bi salan e ku tevî hemû astengiyan bi coşeke mezin beşdarî Newrozê bûn, ew ê îsal jî bi coşeke mezin beşdar bibin."   Tevî hemû astengiyan jin dê bi dirûşma "Wiha naçe , an azadî yan azadî" biherikin qadên 21'ê Adarê Roja Cejna Newrozê. Berdevka HDP'ê Besîme Konca bal kişand ser girîngiya Newrozê ya dîrokî û hemû jin vexwend qadên Newrozê da ku bi coşa 8'ê Adarê Newroz bê pîrozkirin.    'Em dev ji têkoşîna azadiyê bernadin'   Besîmeyê girîngiya 8'ê Adara ku derbas bû anî ziman û got ligel hemû astengiyan jin serî natewînin derdikevin qadên Newrozê. Em dev ji têkoşîna azadiyê bernadin û em ê bi coşa 8'ê Adarê qadên Newrozê tije bikin.   'Newroz li dijî desthilatdaran sembola aştiyê ye'   Besîmeyê anî ziman ku Kurd bi salan e bi gelên Rojhilata Navîn Newrozê pîroz dike û wiha got:"Newroz li dijî Dehakên zalim û desthilatdaran sembola aştiyê ye. Yên ku jiyanê hembêz dike û diafirîne jin e. Loma piştî 8'ê Adarê pîrozkirina Newrozê ji bo jina serîhildanek e. Em ê di Newrozê de jî wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi heman dirûşmê Newrozê pîroz bikin.   'Kurd piştî 30 salên ku di ser Helepçeyê de derbas bûye dîsa bi komkujiyan rû bi rû ne'   Besîmeyê bi lêv kir ku ew ê li dijî pêkanînên OHAL'ê li kuçeyan bin, li dijî hemû bêhiqûqiyan ew ê ji şer re bibêjin na û wiha domand:"Ev Newroza dê bibe sedema qêrîna azadiya bi milyonan mirovan. Di komkujiya Helepçeyê de 5 hezar mirov bi kîmyasalê hatin qetilkirin. 30 sal ji ser komkujiya Helepçeyê derbas bû lê dîsa jî li Rojhilata Navîn, Rojava, Bakur bi komkujiyê re rû bi rû ne. Em ê jî li dijî desthilatdarên ku komkujiyê li ser gelê Kurd ferz dikin, qadên Newrozê tije bikin."   'Ew ê li girtîgehan em ê li qadan biqêrin'   Besîmeyê hemû jin vexwend qadên Newrozê û got:"Em ê bi hemû rengan coşa biharê li qadên Newrozê belav bikin. Li dijî desthilatdariya mêr a ku jinê qetil dike, bersiva hemû mezin dîsa dê jinê bide."   Besîmeyê bal kişand ser jinên siyasetmedar ên  jin ên di girtîgehan de ne û wiha got:"Gelek cezayên ku ji parlamenteran hat birîn hat erêkirin. Her wiha gelek hevalên me yên jin li girtîgehan dîl tên girtin. Em Newroza wan jî pîroz dikin. Ew ê li girtîgehan em ê jî li qadan biqêrin û bibêjin "An azadî yan azadî".   'Em bawer dikin ku dê beşdarbûnek baş çê bibe'   Besîmeyê anî ziman ku dê li Stenbolê û li Amedê Newrozê bi awayekî girseyî derbas bibe û dê ligel hemû astengiyan sedhezarê beşdarî Newrozê bibe û got:"Li 50 cihan bernameya Newrozê heye. Jin ji bo vê yekê dixebitin. Em bawer dikin ku dê beşdarbûnek mezin çê bibe. Ev ji bo me teşeyê têkoşînê ye. Ev ji bo me mezinkirina têkoşînê ya li kuçeyan e. Loma em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê."