Ji bo Efrînê li Qamişloyê meş hat lidarxistin 2018-03-18 17:33:21   QAMIŞLO - Gelê Qamişloyê bi dirûşma "Em bêdengiya Ewropayê ya li dijî êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin" meşek girseyî li dar xist.   Bi pêşengiya Kongreya Star Gelê Qamişloyê bi dirûşma "Em bêdengiya Ewropayê ya li dijî êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin" meşek girseyî li dar xist. Hemû saziyên civakî û rêveberiyên xweser û bi sedan gel beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên zarokên ku li Efrînê hatin qetilkirin hat hilgirtin. Her wiha pankartên "Bijî Berxwedana Efrînê", "Ji kuştina zarokan re na" hat hilgirtin.    Meşê ji Qada Osman Sebrî dest pê kir û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Efrîn xem neke gelê Cizîrê li pişta te ye" heta Qada Şehîdên Suryaniyan dewam kir. Piştî meş rawestiya ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Rêveberiya Xweser axaftin hat kirin. Di axaftinan de hat gotin ku dê bi şopa Barîn û Avestayan dev ji berxwedanê bernedin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.    Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", " Efrîn xem nexwe Gelê Cizîrê li pişta te ye" bi dawî bû.