Darsî Cûdî bi rihê berxwedana serdemê hat oxirkirin 2018-03-18 16:58:59   SERÊKANIYÊ - Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê şervana YPJ'ê Darsî Cûdî ku di berxwedana serdemê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmek girseyî oxir kirin.   Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê a kantona Hesekê ya herêma Cizîrê cenazeya şervana YPJ'ê Fatma Ehmed ( Darsî Cûdî) ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê oxir kirin.   Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Qido û li ser navê YPJ/YPG'ê Sema Efîrnê axivîn, di axavtinan de sersaxî ji malbatê re hat xwestin û soza şopa riya berxwedêran dan.   Di dawiyê de nasnameya Darsî Cûdî hat xwendin û radestî malbatê hat kirin,  Darsî Cûdî li ser milên hevalê xwe spartin axê.