TJK-E: Berxwedana Efrînê hatiye qonaxeke nû 2018-03-18 16:16:48   NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê got gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedanek bêhempa kirine û berxwedan hatiye qonaxeke nû.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) got saziyên navnetewî li dijî êrîşên dijî mirovahiyê yên li Efrînê xwe kerr û kor û lal dikin.   Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên 19’ê Adarê yên li Brûksel û Cinêvê bang hat kirin.   TJK-E’yê di daxuyaniya xwe de got êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê didomin, Rûsya ku ji bo berjewendiya xwe qada hewayî ji Tirkiyê re vekir li ber çavê cîhanê Erdogan û tîma wî qadên sivîl, bêyî ku bibêje ev jin e zarok e komkujiyan dike û ‘’saziyên navnetewî yên ku xwe kerr, kor û lal dikin û YE bûne hevkarê vî sûcî.   'Berxwedana Efrînê hatiye rewşeke nû'   TJK-E’yê bi domdarî got li dijî êrîşkariya dewleta Tirk gelê Efrînê bi lehengî parastina rûmeta mirovahiyê bi rihekî fedaî kiriye û got, ‘’Halê hazir berxwedana Efrînê hatiye asteke nû. Deynê li ser sukra me ye ku em zêdetir li Efrînê xwedî derkevin û pêşiya komkujiyan bigirin. Têkoşîna me wê geş bibe û berxwedan wê bi ser bikeve.   Bi berdewamî TJK-E’yê bang li gel kir ji niha û pê de li berxwedanê xwedî derkeve, têkoşînê geş bike û heta ku li Efrînê encam were standin qadan bernedin.   Banga tevlîbûna çalakiyên Brukselê û Cinêvê hat dayin   TJK-E’yê di dawiya daxuyaniyê de got, ‘Efrîn hemû Kurdistan e. Ev êrîş destkeftina hemû gelê Kurdistanê û eniya demokratîk dike hedef’ û ji bo çalakiya 19’ê Adarê ya li Brûkselê, ber parlamentoya Ewropayê û li ber Neteweyên Yekbûyî ya Cinêvê banga tevlêbûnê hate kirin.