Mamoste û xwendekarên Kobanê ji bo Efrînê çalakî li dar xistin 2018-03-18 13:35:28   KOBANÊ - Mamoste û şagirtên Kantona Kobanê bi armanca xwedîderketina li Efrînê bi dirûşma  " Yan serkeftin an serkeftin" çalakî li dar xistin.   Mamoste û şagirtên Kantona Kobanê bi armanca xwedîderketina li Efrînê bi dirûşma  " Yan serkeftin an serkeftin" çalakî li dar xistin. Mamoste û xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara û Peymangeha Şehîd Gîvara Delîl çalakiyên xwendina helbestan, stran û şano hat lidarxistin. Di çalakiyê de cilên gelêrî li xwe hat kirin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna berxwedêrên azadiyê, şagirta bi navê Evîn Teyfur ji bo berxwedana Efrînê helbestek xwend. Her wiha koma stranan jî ji bo Efrînê stran gotin. Di dawî de jî di derbarê topbarana li ser Efrînê û êrîşên li ser bedena Şervana YPJ'ê Barîn Kobanê de şano hat çêkirin.   Hêvîn Ibrahîm ku beş wêneyê dixwîne diyar kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya Berxwedana Efrînê bikin.   Her wiha mamoste Caklîn Şêx Xidir  wiha got :"Efrîn ne bi tenê ye. Yên ku hatin Efrînê dagir bikin çawa hatin ew ê wiha biçin."