Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji bo Newrozê daxuyanî da 2018-03-18 12:27:12   AMED - Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji bo Newrozê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Newroz li Gelê Kurd hat pîrozkirin û hat wiha hat gotin: "Têkoşîna azadiya jinê dû dirêj e, bê yekitî azadî na be. Di vê Newrozê de em ê hemû bibin yek û ji bo azadiyê berxwe bidin."   Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ji bo Newrozê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Newroz li Gelê Kurd hat pîrozkirin û hat gotin ku ji Helepçeyê, heta Qamişlo, Nîsêbîn, Kerkuk, Efrîn, Sûr, Şengal, Cizîr, Gewer...hw em ber bi  Newrozê ve diherikin. Em ê agirê Newrozê bi serîhidana jinên gewre pê bixin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Ji Helepçeyê, heta Qamişlo, Nîsêbîn, Kerkuk, Efrîn, Sûr, Şengal, Cizîr, Gewer...hw em ber bi  Newrozê ve diherikin. Heta îro dîktatoran bi çekên kîmyewî, bajar hilweşandin û di dorpêçkirinan de bi  sedhezaran gelê kurd qetil kirin. Îro jî şopên van êşana di dilê gelê kurd de zindîn e.    Di hemû şerên cîhanê de maxdûr her dem jin û zarok in. Em îro hêzên serdestiya mêr ên ku jinan dike mexdûr tînin ziman û wan mexdûriyetana dikin hêvî, berxewedan û yekitiya jinan.    Têkoşîna azadiya jinê dû dirêj e, bê yekitî azadî na be. Em ji hemî sazî, dezgeh û rêxistin, dînamîkên jinan, ji fikr û ramanên siyasî yên cuda yên jinên kurd hatin gel hev.   Bi vê yekitiyê em dibêjin êşên me jiyandin, neheqî û tundiya li ser me tê domandin em ji bîr nekin, bi yekitiya jinên kurd hêviyê zindî bikin.   Erê, meha adarê hem salvegera komkujiyên li ser gelê kurd e hem jî têkoşîna azadiya gelê kurd e. Em hem êşên xwe bi bîr tînin, hem jî di serihldana xwe berdewam dike. Dîsa em di van rojan de bi hêvî û kelecan diherikin qadan.   Erdnigariya Kurdîstanê tu car hêviya xwe winda nekir û dê neke. Çavkaniya vê hêviyê jî her dem jin in.   Em wekî Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi vê hêviyê careke din Newrozê pîroz dikin."