Ji bo Efrînê li Girkêlegê civîn hat lidarxistin 2018-03-18 11:33:48   GIRKÊLEGÊ - Ji bo rewşa herî dawî ya li Efrînê li Girkêlegê civîn hat lidarxistin.    Li navçeya Girkêlegê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk ve ji bo naskirina rewşa heyî û şerê ku li Efrinê û pêşketinên wê civîneke girseyî ji gel re hat li darxistin. Civîn  li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê hat lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên Navçeyê û gundewarên wê pêk hat. Piştî deqeyek rêzgirtin civîn hat destpêkirin. Civîn ji aliyê Endamê Tevgera Civaka demokratîk TEV-DEM'ê Aldar Xelîl hat birêvebirin.        Di civînê de wiha hat gotin: "Em di nav pêvajoyekê  girîng de derbas dibin, di vê pêvajoyê de hebûn û serkeftinên me wê diyar bibin. Ji bo wê jî encamên ku niha derbikevin yan jî xebatên ku werin kirin pêşeroja me dê diyar bike. Dijminên me bi armanca qirkirinê bi ser gelê me ve dimeşe. Lê ger ku em bi israr bin û îradeya xurt derxin holê wê van planan vala bên derxistin. Bi felsefeya azad û azadiya gelan divê ku em têkoşîna xwe bilind bikin."   Civîn bi pirs û bersivên gel hat bidawîkirin.