‘Wê Mêrdînê peyama Newrozê ya dîrokî bide’ 2018-03-18 10:07:20   MÊRDÎN - Li Mêrdînê gel wê fînala Newrozê li Nisêbîna ku şahidiya berxwedana Newroza 92’an û rêveberiyên xweser kiriye, pêk bînin. Endama PM a HDP'ê Zubeyde Zumrut diyar kir ku wê li Mêrdîna ku mozaîka gelan e li gorî dîrokê peyam bê dayîn û got wê rojê divê gelê Mêrdînî biherikin Nisêbînê.   Ji bo Newroza 2018’an ya bi şîara ‘Newroz berxwedane, li dijî faşîzmê bihara gelane’ wê bê pîrozkirin, amadekarî didomin. Li gelek navendan wê agirê Newrozê bê pêxistin û fînala Newroza Mêrdînê jî wê li Nisêbînê di 21’ê Adarê de pêk bê. Endama PM a HDP'ê  Zubeyde Zumrut ji bo Newroza Nisêbînê bang li gelê Mêrdînê kir û her wiha bang li hemû jinan kir ku li cem gelê Nisêbînê cihê xwe bigirin.   ‘Em ê li hemû gundên Mêrdînê agirê Newrozê pêxînin’   Zubeydeyê destnîşan kir ku wê wek her sal li her derê Tirkiyeyê li hemû navend û navçeyan wê Newroz bê pîrozkirin û got di çarçoveya bernameya hatiye amadekirin de dest bi xebatan kirine. Zubeydeyê anî ziman ku wê li hemû gundên Mêrdînê agirê Newrozê bê pêxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez di  wê baweriyê de me ku wê li Mêrdînê Newroz bi awayekî xurt bê pêşwazîkirin. Li Mêrdînê fînala Newrozê wê li Nisêbînê bê kirin. Em ê peyamên xurt bidin. Em dizanin ku ev çend sale li Nisêbîn, Dêrik, Kerboranê pevçûn, zext, girtin û OHAL tê jiyîn. Divê ev zextên heyî bên şikandin.”   ‘Em ê derî bi derî bigerin û bi gel re bên cem hev’   Zubeydeyê destnîşan kir ku divê gelê Mêrdînê biherike Nisêbîna ku ev du sale Newroz lê nayê pîrozkirin û  ev tişt anî ziman: “Peyamên Newroza îsal girîng in. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê bi peyamên tên dayîn bê şikandin. Divê Enqere van peyaman baş bixwîne û li gorî vê pêngavan biavêje. Dema me xebatên 8’ê Adarê dimeşand daxwazên me heman bûn. Di Newrozê de jî wê peyamên me heman bin.”   Zubeydeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê li dijî zextan bersiva herî baş di vê biharê de bidin.