Jinên Edeneyê wê di Newrozê de bi rengên biharê bixemile 2018-03-18 09:38:19   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinên Edeneyê diyar kirin ku divê gelê Kurd li cihên dijîn biherikin qadên Newrozê û gotin wê wek her sal bi rengên biharê li qadên Newrozê bin.   Ji bo pîrozbahiyên Newrozê ku dê bi şiara ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser bikevin’ bê pîrozkirin, li 25 bajarî bi awayekî hevdem amadekarî didomin. Yek ji van bajaran jî Edene ye. Jinên Edeneyê diyar kirin ku Roja Newrozê wê bibe roja Efrînê û hemû gel vexwendin Newrozê.   Jina bi navê Şukriye Uçar got Newroz navê berxwedanê ye û wiha pê de çû: “Newroz cejna Kurda ne û bi taybet divê xwedî li vê Newrozê bê derketin. Ji ber em gelê Kurd di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Bi sedan ciwan qetil kirin. Binçavkirin. Girtin. Ji ber vê divê em di Newrozê de bibin yek.”   Şukiyeyê daxuyakirin ku wek her sal wê jin bi rengên xwe li qadên Newrozê bin û got ew cejna hemû Kurdên bi rûmet pîroz dike.   ‘Divê gelê Kurd biherike qadan’   Leyla Atak jî  destnîşan kir ku divê gelê Kurd tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û wiha pê de çû: “Newroz ji bo me Kurdan gelek girîng û watedar e. Divê hemû Kurd xwedî li Newrozê derkevin. Em her roj di bin zextan de dijîn. Hewl didin berxwedana me bişkînin. Welatî êdî nikarin serê xwe rabikin. Em ê bi hemû rengên xwe tevlî Newrozê bibin. Bê qedexekirin jî em ê bi ser bikevin.”   ‘Coşa Newrozê wê bibe roja azadiya Efrînê’   Sultan Îke bi lêv kir ku wê Newrozê bi coşa 8’ê Adarê pêşwazî bikin û got wê coşa Newrozê bibe roja azadiya Efrînê. Her wiha Sultanê bang li hemû jin û Kurdan kir ku bila ji van zextan re bêjin bes e û divê şer bidin rawestandin.   Gulê Sonmez jî diyar kir ku yek Kurdek jî bimîne wê xwedî li Newroz û rûmeta xwe derkevin û got: “Em ê cilên xwe yên herî xweş li xwe bikin û biçin qada Newrozê. Ev çend sale tê qedexekirin û destûr nayê dayîn. Çi dikin bila bikin em ê dest ji kevneşopiyên xwe bernedin. Ji 7’an heta 70’ê em ê tevlî Newrozê bibin.”