Agirê Newrozê li Antalyayê geş bû:Êrîşên li dijî Efrînê rawestînin 2018-03-17 19:05:09   ANTALYA  -  Yekem agirê Newrozê li Antalyayê bi coşek mezin û bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" hat pêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de tevî Endam û rêveberên HDP, DBP'ê yên Antalya bi hezaran welatî amade bûn.   Yekem agirê Newrozê li Antalyayê bi coşek mezin û bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" hat pêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de tevî Endam û rêveberên HDP, DBP'ê yên Antalya bi hezaran welatî amade bûn. Bi hezaran kurd, sosyalist, şoreşger û demokrat li Şanoya Servekiri ya Konyaalti kom bûn û Newroz pîroz kirin.   Di Newrozê de pankartên mezin ên bi kurdî û tirkî li ser “Newroz piroz be", "Faşizm dê winda bike gel dê bi ser bikevin", “Em bi stran û govenden xwe kom dibin” û "Jin jiyan azadi" rakirin. Girsê li qada Newrozê bê navber dirûşmên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Efrînê berz kirin.   Di destpêkê de Hevseroka  HDP'ê ya Antalya Songul Şarkli axaftine kir û diyar kir ku Newroz remza biharê û serhildanê ye û wiha got: “Yên hatin vir bi wêrekî hatin vir. Ev wêrekî belav dibe û dê bêtir belav bibe.    Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku hatina wan ya vir bersîvdayîna faşîzmê ye. Ayşe diyar kir  ku faşîzma AKP MHP dixwaze wan bike yek tîp û wiha got: "Li dijî Dehak kawa derket û Agirê Newrozê geş kir. Îro em jî li dijî faşîzma li Kurdistanê Agirê Newrozê geş dikin. Em Newroza Efrînê û berxwedana Efrînê silav dikin. Erdogan, hişmendiya 'Kobanê ket dê bikeve' îro li Efrînê berdewam dike. Efrîn Amed, Êlih û Antalya ye."     'Silav ji Efrînê re'   Hevserokê HDP'ê Sezai Temellî jî di Newroza Antalyayê de gelê Efrînê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û diyar kir ku ew ê li dijî Dehaqan têbikoşin. Temellî, anî ziman ku wan di Newroza 2013'an de soz daye ku aştiyê biparêzin û ji bo zilmê têk bibin pêwiste hemû gel û hêzên muxalif bibin yek û bi hev re tebikoşin û wiha got: "Newroz berxwedan e. Em dê berxwedana xwe berdewam bikin. Em Kawayên li dijî Dehaqên Zalim têdikoşin in. Agirê Newrozê agirê azadî û aştiyê ye. Dehaqên duh îro bûne OSO û Efrîn dagir kirine. Em parastina Efrînê silav dikin. Me di Newroza 2013'an de soza aşxtiyê da birêz Abdullah Ocalan. Me wê demê çawa soz dabû em îro ji soz didin û silav ji Îmraliyê re dişînin. Silav ji Birêz Ocalan re.     Piştî axaftinan, agirê Newrozê  hat pêxistin û piştî pêxistina Agir, bernameya Newrozê bi stranên Koma Çiya bi dawî bû.