Di bombebarana li Eşrefiyê de 3 sivîl di bin kavilê de man 2018-03-17 18:36:16   EFRÎN - Hat aşkerakirin ku li avahiyeke li Eşrefiyê ku hat bombebarankirin 3 sivîl di bin kavilê de man.   Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser navenda Efrînê berdewam dikin. Li taxa eşrefiyê avahiyeke hedef hat girtin û hat bombebarankirin. Di encma bombebarana li ser avahiyê de 3 sivîlên li heman avahiyê di bin kavilê de man. Herwiha li Îstasyoneke petrolê ku hedef hat girtin jî şewat derket û hat destnîşankirin ku di malan de jî şewat derketiyê û hilweşînke mezin pêk hatiye.   Li aliyekî din jî çavkaniyên herêmî ku li bajêr dimîn jî ragihandin ku sivîlên li bajêr bi komkujiyeke mezin re rûbirû ne.