Serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin 2018-03-17 12:22:50   STENBOL - Serdozgeriya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê cara 67’emîn red kir.   Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan  ji bo ku roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriya Bursayê serlêdana malbatê red kir. Serdozgeriyê serlêdana malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên gel Ocalan girtî ne jî red kir.   Daxwaza hevdîtina malbatan ji 11’ê îlona 2016’an ve ev bû cara 67’emîn tê redkirin.