Şahida serhildana 92’an: Bi ruhê wan rojan dakevin qadan 2018-03-17 10:19:50   MÊRDÎN - Gelê Nisêbîna ku li dijî gule û panzêran bedena xwe kirin mertal, wê bi ruhê 92’an dakevin qadan. Şahida wan rojan Kumrî Pîşkîn got: “Em bi ruhê 92’an dakevin qadn. Wek wê rojê dema agir bê pêxistin ez ê jî li wê qadê bim.”   Di sala 1992’an de gelê Nisêbînê li dijî hewldana komkujiya li dijî Newroza Cizîrê, serî hilda. Gelê Nisêbînê ku ji ber vê bi guleyan hat gulebaran kirin û bi panzeran hatin dorpêçkirin, serhildana herî mezin a xwe jiya.    Welatiyên  Nisêbînê ji bo komkujiya li Cizîrê şermezar bike di 22’ê Adarê de daketin qadan.  Dora welatiyan bi panzêran hat dorpêçkirin.  Welatiyan li dijî panzêran li ser pirê çalakiya runiştinê pêk anîn.  Lê panzer bi ser gel de çûn. Gelê li ser pirê ji ber reşandina guleyan û ji bo di bin panzêran de nemînin xwe avêtin Çemê Çag Çagê. Bûyera di 22’ê Adarê de li Nisêbînê hat jiyîn hîna ji zarokan re tên vegotin û bi qasî tê zanîn wê demê 22 kes li Nisêbînê hatibûn qetilkirin.   ‘Jinek li pêş panzêrê sekinî’   Jina bi navê Kumrî Pîşkî ku şahidê wan rojan bû  got ew tu car wan rojan ji bîr nake û wiha got: “Bûyer li ber mala min hat jiyîn. Roja ewil a Newrozê me cejna xwe pîroz kir.  Roja duyem jî ji ber bûyerên li Cizîrê gel daket qadan. Her kes berbi qada Newrozê ve çûn. Piştî ew kom bûn panzêr hatin.  Gel li ser pirê bûn. Gel li pêş panzêran runiştin. Leşkeran gotin ‘rabin’. Min jî ew temaşe dikin.  leşkerekî got ‘ger hun ranebin wê panzêr bi ser we de bên’.  Gel ranebû û wesayîtên leşkeran bi ser gel de çûn. Jinekê destê xwe vekir û xwe avêt pêş panzêrê. Lê panzêr bi ser gel de çûn. Di carekê de kesên li ser pirê hatin gulebarankirin.   ‘Rondik ji çavan nedihat barîn’   Wek erdhêjê bû. her kes li ser pirê mabû. Her der panzêr bûn.  Min jinek di avê de dît.  Wê demê av pir bû.  Nîvê destê wê birîndar bû. Fistanê wê serê wê girtibû. Kesî nedixwest bigrîn jî. Her kesî serî hil dida. Jinek din jî li ber avê hebû.Mirovan seranserê rê xwe davêtin avê. Bi dehan kes li wir bi guleyan hatin qetilkirin.  Li her derê cenaze hebûn. Me cenazeyên di avê de ji Qamişlo derdixistin.  Av jî bi ax bû.   ‘Ez qet jibîr nakim’   Li ser pirê heta kesek jî ma wan gulebaran kirin. Ji nexweşaneyê jî gule dihatin reşandin.   Gule ber didan avê jî.  Di du sê saetan de jiyana mirovan wêran bû. Êşek mezin bû.. Her roj her saet di bîra min de ye.”   ‘Em bi ruhê serhildanê dakevin qadan’   Kumriyê destnîşan kir ku gelê Nisêbînê ji ber zext û pevçûnan ev du sale Newrozê pîroz nakin û got: “Ez bang li hemû kesî dikim ku bi ruhê wê rojê dakevin qadan.  Wê rojê bi dehan kesî canê xwe kirin mertal. Niha jî em di 21’ê Adarê de li wê qadê bin. Em bi ruhê 92’an biherikin qadan.”