Jinên Serhedê: Tu zilm têra vemirandina agirê Newrozê nake! 2018-03-17 09:01:51   Zeynep Durgut   WAN - Jinên li Wanê  ji bo mîtînga pîrozbahiya  21'ê Adarê roja  Newrozê  bi kelecan û amade ne û li tevahiya Serhedê jî jin wê bi rihê 8 Adarê  biherikin qada Newrozê.    Îsal li Kurdîstanê bi hezaran kes wê bi pîrozbahiya  newrozê re  biharê qadan û  Newerozê pêşwazî bikin. Li herêma Serhedê jî wê fînal li Wanê û Geverê bê dayîn.  Newroza Wanê wê li keleha Wanê li parka Atatûrk bê pîrozkirin.  Li  gel ku ji bo Newrozê heftiyek maye jî jin ji bo pîrozbahiyê amade ne. Jinên Wanê diyar kirin ku ew ê bi ruhê 8 Adarê  biherikin Newrozê û gotin ku Newroz geşkirina agirê berxwedanê ye.    'Em ê bi rihê 8 Adarê biherikîn Newrozê'   Jina bi navê Edîbe Dolanbay anî ziman ku tu car agirê Newrozê bi qedexeya nehatiyê vemirandin û got ku newroz cejna berxwedanê ye û wiha axivi;"Newroz ji bo me rojeke pîroz û bi wate ye. Me ji berê de li gundan hîna heftiyek ji bo newrozê dima dest bi pîrozbahiya Newrozê dikir. Bi geşkirina agir me  newroza xwe pîroz dikir. Jin, zarok û herkes bi kêfxweşî agir geş dikir û derdora agir govend digirt. Me qedexe nas nedikirin. Ji Zarokê 7 salî heyanî kalê 70'ê salî me hemûyan bi hev re newroz pîroz dikir."   Edîbeyê bal kişand ser Newroza ku par li Amdê hat pîrozkirin  û kuştina ciwanê bi navê Kemal Kurkut a ji aliyê polsan ve jî û wiha got: " Par di newroza Amedê de  ciwanê 23 salî hat qetilkirin. Her sal bi êrîşan, qedexeyan û kuştinan xwestine ku di newrozê de xwînê birijînin, lê bi ser nakevin. Ji ber ku tu qedexeyan têra vemirandina agirê Newrozê nekirî ye. Newroz cejna me kurdan e. Em dixwazîn ku ev Newroz bibe, sedema aşitî û wekhêvi yê. Em jin dê bi rihê 8 Adarê bi kiras û fîstanên xwe yên kurdî  biherikîn qada newrozê. Banga min li hemû jinane ku bên  em bi hev re dîlana newrozê bigirîn."   'Em ê bi kincên xwe yên kurdî pêşengiya Newrozê bikin'   Meryem Yildizê jî bi lêv kir ku bi nêzîkbûna Newrozê  re ew pir bi kelecane û got ku Newroz cejna gelên mazlum e û wiha domand;"Ez Newrozê di serî de li gelê kurd û li hemû gelan pîroz dikim. Mîna her sal îsal jî em dixwazîn Newrozê bi kêfxweşiyeke mezin pîroz bikîn. Ji bo me Newroz tê wateya dewata bihara gelan. Rojeke pîroz e. Newroz ji bo aramiya gelan firsendek e. Divê li gel Newrozê mirin, kuştin bên sekinandin. Dê li qadên newrozê govenda azadî, aşitiyê û wekhêviyê bê girtin. Ji bo aşitiyê divê em hemû biherikîn, newrozê. Îsal jî em jin em ê pêşengiya Newrozê bikîn. Newroz xemla biharê ye. Bila jin bi kiras û fîstanên xwe biherikin newrozê."   'Bijî berxwedana Newrozê'   Her wiha Saniya Akbaş jî bal kişand ser Newrozê û got ku hemû aşitîxwaz û demokrasîxwaz wê li qadên newrozê cihê xwe bigirin û wiha got:"Ji zarokatiya min û heyanî niha kelecana min a li hemberî Newrozê heman e. Min ev kelecana xwe qet wenda nekir. Newroz li ba me bi amadekariyan mîna cejnan dihate pîrozkirin. Bi salane li ser axa me kuştin, mirin, qetlîam hene. Duayên ku di Newrozê de tên kirin tên qebûlkirin. Duayên Newrozê mîna Newrozê pîroz in. Newroz di heman demê de roja bidawîbûna zilm û zorderiyê ye. Em bawer dikîn ku wê Newrozê  peyamên girîng bên dayîn. Bijî berxwedana Newrozê."   'Em ê ji bo aşitiyê li qadên Newrozê bîn'   Herî dawî Rahîme Daggol jî daxuyand ku jinên Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê amade ne û wiha pê de çû;"Em ê 21'ê  Adarê bi zarokên xwe re biherikîn Newrozê. Em jin her sal pêşengiya Newrozan dikîn. Îsal jî em dixwazîn Newroza xwe li qadan pîroz bikîn. Agirê Newrozê wê hemû gelan gerim bike. Her tevlîbûneke Newrozê bilindkirina daxwaza aşitî û têkoşînê ye. Em jin jî her tim ji bo aşitiyê amade ne. Em ê ji bo aşitiyê li qadên Newrozê bîn."