ROJEVA 17'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-17 09:00:00   *Jinên Amedê bertek nîşanê hatina serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ku wê sibê tevlî Kongreya Amedê ya Asayî ya 6’emîn a partiya xwe bibe dan.BI DÎMEN   *Jinên li Wanê  ji bo mîtînga pîrozbahiya  21'ê Adarê roja  Newrozê  bi kelecan û amade ne û li tevahiya Serhedê jî jin wê bi rihê 8 Adarê  biherikin qada Newrozê. BI DÎMEN   *Jinên Kontona Kobanê derbarê 21'ê Adarê Cejna Newrozê de anîn ziman ku dê hêviyên gelê Kurd bi hatina biharê mezintir bibe û gotin:"Berxwedana Efrînê  Agirê  Kawayê Hesinkar geş dike." BI DÎMEN   * Newroz a navê serhildana li dijî zilmê ye, bi têkoşîna jinan pêl bi pêl belav bû û hîna jî belav dibe. Li Efrînê Barîn Kobanê, bi mîrateya jinên agir berdan bedena xwe ji bo rumeta gel jiyana xwe ji dest da û îro jî bi hezaran jin di bedena Barîn, Sema, Rahşan, Elefterîa, Berîvan û Zekiyeyê de xwe digihînin 'heqîqeta jinên ji agir'.   *Malbatên li Nisêbînê xaniyê wan hatin hilweşandin û alavên wan hatin talankirin, ku wê ji neçarî li TOKÎ’yan bên bicikirin,  diyar kirin ku şîrketên sîgorteyê jî ji bo alavên wan yên hatine talankirin pereyê wan nadin. Malbatan ji bo mafên wan yên hatine xespkirin daxwazname dan dadgehê.   *Parlamentera Agiriyê ya HDP’ê  Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku êrîşa li dijî Efrîn û qanûna tifaqê ya di meclîsê de derbas bûye girêdayî hevin û wiha got: “Bi vê qanûnê re faşîzm hatiye sazîkirin.  Li Efrînê AKP nabe qehreman.   Krîz her diçe kûr dibe û bi vê hewl tê dayîn ku pirsgirêka Rojhilata Navîn bê dirêjkirin.   *Gelê Nisêbîna ku li dijî gule û panzêran bedena xwe kirin mertal, wê bi ruhê 92’an dakevin qadan. Şahida wan rojan Kumrî Pîşkîn got: “Em bi ruhê 92’an dakevin qadn. Wek wê rojê dema agir bê pêxistin ez ê jî li wê qadê bim.”BI DÎMEN   *Amadekariya Newroza Amedê ya wê bi dîrûşma ‘Em ê bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin û li Efrînê bi ser kevin’ wê bê pîrozkirin didome. Endama Dîwana KCD’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ji bo tecrîda li ser gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bê şikandin, divê tecrîda li Îmraliyê bê kişandin û got di Newrozê de wê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.   *“Ruhê min wek li baxçeyekî nexweşxanê hatiye teslîmkirinê ye… destê min dilerizin, zarokên ku çend saet berê kenê wan di guhê min de bû niha bedena wan ya bê can dibînim.  Wisa bêdeng dinêrin, wekê ku ne mirine.. Ruhê min wek cemedê ye di depoya hewaya cemîdî  di bedena bêcan de.  Zarokên ku em navê wan nizanin tên qetilkirin. Çavên wan wek zeytûna reş. Zarokên me bêdeng li mirovahiyê dinêrin…”