'Efrîn hêlîna berxwedanê ye' 2018-03-16 17:43:39   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Têkildarî mijarê jinên Kantona Kobanê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Efrîn hêlîna berxwedanê ye, dê berxwedana serdemê bi tîpên zêrîn bê nivîsandin."   Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Ligel hemû êrîşan gelê Efrînê berxwe didin û axa xwe terk nakin. Jinên Kantona Kobanê derbarê Berxwedana Serdemê de anîn ziman ku dê Gelê Kurd tu carî dev ji doza xwe ya aştî û azadiyê bernede û dê têkoşîna li dijî dagirkeran mezintir bibe.    Jina bi navê Emîra Elûş êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got:"Em hêza xwe ji Arîn, Barîn û Avestayan digirin. Em ê şopdarê doza wan bin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."   Jina bi navê Perwîn Ebdo jî diyar kir ku jinên Efrînê ji bo parastina axa xwe têdikoşin û wiha got:"Çawa ku Gelê Kurd li Kobanê bi rihê Arînan bir ser ket dê li Efrînê jî bi ser bikeve."   Fedîla Ehmed diyar kir ku ew ê tu carî koletiyê qebûl nekin û wiha got:"Gelê Kurd li Efrînê bi vîneke xurt axa xwe diparêze û teslîm nabe. Dê serkeftin a gelê Efrînê be."