Li Qamişloyê ji bo salvegera komkujiya Helepçeyê daxuyanî hat dayin 2018-03-16 16:05:49       QAMIŞLO - SYPG'ê bi boneya salvegera 30'emîn a Komkujiya Helepçeyê daxuyanîyeke nivîskî da û got nehêlin Efrîna berxwedêr bibe Helepçe.   Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) bi boneya salvegera 30'emîn a Komkujiya Helepçeyê daxuyanîyek nivîskî da û hat gotin ku yên di dîroka 16'ê Adara 1988'an de komkujiya Helepçeyê pêk anîn 30 sal şûnde îro hevkarên qetliamên li Efrînê ne.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Îro salvegera komkujiya Helepçeyê ye. 30 sal berê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê diktatoriya Sedam Hûseyin ve li ser gelê Kurd komkujiyek mezin pêk hat. Navê wê Komkujiya Helepçeyê bû. Di encama vê komkujiyê de jin, zarok, ciwan, kal, pîr, zilam, zêdetirê 5000 hezar kes ji aliyê Artêşa Sedam Huseyîn ve hatin qetilkirin. Komkujiya Helepçeyê bi çekên kimyevî û bi destên hêzên emperyalist hatin pêkanîn. Yên ku li Helepçeyê komkujî pêk anîn îro li Efrînê heman tiştî dikin."   Di berdewamiya daxuyanîyê de hevpariya dîktatora hat destnîşankirin û wiha hat gotin:"Ew dikdatorên desthiladar yên ku di dîrokê de, ji bo qirkirina gelê Kurd bûne hevkar, îro bi heman ferasetê berdewamiya qetlîamên xwe dikin. Yên ku di dîroka 16'ê Adara 1988'an de komkujiya Helepçeyê pêk anîn 30 sal şûnde îro hevkarên komkujiya li Efrînê ne. Îro dîsa jî xetereyek komkujiyê li ser Gelê Kurd heye. Divê  di serî de em weke gelê Kurd û yên gelên  bindest û insanên xwedi rûmet destûr nedin ku dîrok careke din dubare were kirin! Ev erk li ser milê her kesan e. Li dijî siyaseta qirkirina gelê Kurd ji Helepçeyê heta Efrînê berxwedana gelê Kurd jî berdewam e. Ew hêzên kapîtalîst, emperyalîst  û desthiladar ku bi hevpeymanên navnetewî axa Kurdistanê parçe kirin û li hember qetlîamên li ser gelê Kurd bêdeng man û bi vî awayî dibin hevkarên sucê şer. Bi heman rêbazan îro dibin hevkarên komkujiya li ser gelê Efrînê."    Daxuyanî wiha berdewam kir:"Îro li hemberî hêzên navneteweyî yên emperyalîst, li hember dagirkerî û mêtingeriya Tirkiyeyê li Efrînê berxwedanek bêhempa tê meşandin. Li hember siyaseta ku komkujiyê pêk tîne, bi rihê berxwedêrên azadiyê dîrok tê nivîsandin. Gelê Kurd û rêhevalên wê qedera xwe diguherînin. Efrîn û Şoreşa Rojava nişana wê ye."    Di dawiya daxuyaniya SYPG'ê de wiha hat gotin:"Em carek din şehîdên Halepçeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û em soz didin  gelê xwe ku em ê li hember wan komkujîna  şoreş û axa xwe biparêzin."    Daxuyanî bi dirûşmên "Em Helepçeyê ji bîr nakin", "Em destûr nedin ku Efrin bibe Helepçeyek nû", "Bijî berxwedana Efrînê".