Ji bo sîvîlên ku li Efrînê hatin qetilkirin çalakî 2018-03-16 13:41:14       NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên kurd ên li bajarê Frankfurt ê Almanyayê, ji bo sivîlên ku li Efrînê hatin qetilkirin çalakî kirin.    Di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de di du rojên dawîn de ji 33 sivlan zêdetir hatin kuştin. Ciwanên kurd ên ku li bajarê Frankfurt ê Almanyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser kuştina sivîlan a li Efrînê çalakî kirin. Cwanên ku kolana li ber Hauptbanhnhofê 15 deqîqeyan li trafîkê girtin, dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Tirkiye qetil dike Ewropa bêdeng e", "Duh Kobanê îro Efrînê" berz kirin û wêneyên zarok û sivîlên ku li Efrînê hatin qetilkirin hilgirtin.   Ciwanên ku çalakî li dar xistin piştre çûn hundirê Hauptbahnhofa Frankfurtê û saetekê çalakiya bêdeng li dar xistin.