Narinca ku di teqînê de giran birîndar bûbû ji beşa lezgîn hat derxistin 2018-03-16 11:19:27   ŞIRNEX - Narinca ku di encama teqîna li herêma leşkerî ya derdora gundê Dalekanê yê Roboskiyê de bi awayekî giran birîndar bû ji beşa lezgîn hat derxistin. Narincê anî ziman ku wê hew dîtiye ku di nava xwînê de maye.    Narinca ku di encama teqîna li herêma leşkerî ya derdora gundê Dalekanê yê Roboskiyê de bi awayekî giran birîndar bû ji beşa lezgîn hat derxistin. Hat zanîn ku hîn parçeyekî di roviyê Narincê de nehatiye derxistin. Her wiha hat zanîn ku divê Narincê emeliyat bibe lê ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê lawaz e nikare emeliyat bibe.    'Hew carekê min dît ku ez di nava xwînê de me'   Narinca ku ji beşa lezgîn hat derxistin kêliya bûyerê ji JINNEWS'ê re vegot. Narincê diyar kir ku ji bo çakmak ji hevserê xwe bigire ji cihê xwe rabûye û got:"Dema ku ez dikira biçiyam ba hevserê xwe lingên min çerixî û ez ketim xwarê. Dema ku ez çerixîm kevirê ku çerixî ket ser bombeyê. Min nizanîbû ku çi hat serê min. Hew carekê min dît ku ez di nava xwînê de me. Destên min û lingên min parçe bûbû. Min gazî hevserê xwe kir lê min nebihîst. Dawiyê hevserê min û leşker bi hev re hatin. Min kirin nav betaniyê û birin. Min xwe wenda kiribû hew min dît ku em li nexweşxaneyê ne."   Narincê wiha domand:" Di dema teqînê de kes li ba min tunebû. Bijîşk got lingên te deriziye. Pişta min û zikê min birîndar bûbû. Ev çend roj in ku ez li nexweşxaneyê di beşa lezgîn de bûm. Divê li cihên ku gundî wiha zêde lê dimînin mayinkirin qedexe bibe."   Heyeta ku ji bo lêkolînê hat gund anîn ziman ku tiştê ku tê îdiakirin mayin e dibe ku bombeya di bin erdê de be jî.