Li Nisêbînê ji bo xaniyên TOKÎ îmze li gel tê fezkirin 2018-03-16 11:09:37       MÊRDÎN - Li Nisêbînê S.T ya ku bêyî daxwaza wê li şûna xaniyê wê yê di pevçûnan de xerabûye, înşata TOKÎ hat çêkirin, diyar kir ku pereyê kepçeya ku xaniyê wê hilweşandiye jî ji wê hatiye girtin û roportaja derbarê mijarê de dabû jî hincet hat nîşandan û îmze lê hat ferzkirin.   Li Nisêbînê piştî qedexeyên derketina derve pevçûn hatin jiyîn xaniyên piştî pevçûnan hatin hilweşandin li şûna wan TOKÎ hatin çêkirin. Piştî 4 taxên hatin hilweşandin li taxa Zeynel Abîdîn jî di rojên borî de hîmên înşata TOKÎ hatin avêtin.   Ji bo gelê taxa Zeynel Abîdîn, peyamên weke ‘Werin îmzeyê biavêjin, xaniyên me li gorî we ne’ hatin şandin û pereyê alavên ku berê 5 hezar TL bû ji bo avêtina îmzeyê derxistin 20 hezar TL’yî.   Ji ber roportaja ku da, gotin îmzeyê biavêje   S.T wiha got: “Tevî daxwaza min tunebû li şûna xaniyê min TOKÎ hat çêkirin û pereyê kepçeya xaniyê min hilweşadin jî ji min girtin. Roportaja ku min derbarê mijarê de dabû jî hincet hat nîşan dan û îmze li min ferzkirin.”   S.T tiştên jiya wiha vegot: “Xaniyê min li taxa Firatê bû. Di xaniyê min de xesarek zêde tunebû. Lê xaniyê min bi kepçeyan wêran kirin. Piştre gotin ‘werin îmzeyan biavêjin em TOKÎ çê dikin’. Me jî bertek nîşan da.  Piştre ez ji çapemeniyê re axivîm.  Ji ber min ev gotin, ji şaredariyê li min geriyan. Lê ez ne çûm şaredarî û ne jî çûm avahiya emniyetê. Çapemeniya şaredariyê û xebatkarên buroya îrtîbata TOKÎ nûçe nîşanî min dan û gotin ‘tu wisa axiviye.’ Min red kir. Wêne nîşan dan û gotin ‘ev tu ye’. Gotin divê tu îmzeyê biavêjî. Min jî got ez navêjim. Ez ji wir derketim.”