Ji bo Newroza Stenbolê amadekarî didomin: Dê di 21’ê Adarê de agirê Newrozê geş bibe 2018-03-16 10:04:08   STENBOL- Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr ji bo Newroza ku dê di 21’ê Adarê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk were banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku wê di 21’ê Adarê de hemû qad rengîn bibin û wiha got: “Newroz wê bibe roja geşkirina agirê berxwedana gelan.”   Li Stenbolê amadekariyên Newrozê dest pê kirin û îsal wê li  Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêk bê. Tevî OHAL û zextan wê Newroz ruhê berxwedan û biharê nîşan bide. Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku wê bi ruhê 8’ê Adarê Newroz û 1’ê Gulanê pêşwazî bikin.   Esengulê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Newroza 2018’an wê di bin şert û mercên şerê li Efrînê û OHAL’ê de pîroz bikin û wiha pê de çû: “Tevî hemû astengî û OHAL’ê Newroza 2017’an hatibû pîrozkirin. Bi coşek mezin hat pîrozkirin.  Polîtîkaya tirsê li qadan vala hat derxistin. Newroza 2018’an hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn girîng e.   Esengulê bi lêv kir ku wan îsal bi dirûşma ‘Em bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser bikevin’ amadekariyên Newrozê kirine û ev tişt anî ziman: “Li dijî dagirkeriya dewleta tirk, wê ruhê ku berxwedana gel nîşan dide, derkeve holê.”   ‘Newroz silavkirina biharê ye’   Esengulê daxuyakirin ku wê jin bi ruhê 8’ê Adarê Newrozê pêşwazî bikin û got: “Newroz ne tenê cejn an jî pîrozbahî ye. Gelê Kurd di heman demê de bi Newrozê re biharê silav dike. Bihar ji bo gelê Kurd xwedî nirxek mezin e. Amadekariyên Newrozê didomin. Wê qad di 21’ê Adarê de rengîn bibe. Derbarê kesên tevlî Newrozê bibin de hîna biryarek nehatiye girtin. Hevdîtinên me didomin. Em li ser kesên biaxivin nîqaşan dikin. Di mijara hunermendan de jî gelek nav hene. Em dixwazin bi hemû saziyan re biryarek hevpar bigirin. Em dixwazin bi kesên ku gel jê hez dikin, Newrozê pîroz bikin. Em hemû gelê xwe di 21’ê Adarê roja çarşemê saet di 13. 00 de vexwendiyê qada Bakirkoyê  dikin. Em bi hev re faşîzmê vala derxin. Di Newrozê de wê hemû gel bi hev re agirê berxwedanê geş bikin.”