Narinç a ku di enacma teqînê de birîdar bû rewşa wê giran e 2018-03-15 16:07:10   ŞIRNEX - Jina bi navê Narinç Yaman a ku li gundê dalekan ê Qilebanê di encama teqîna li baregeha leşkerî de birîdar bû, lawê wê Kadrî Yaman diyar kir ku dayika wî li beşa lênêrtina giran tê dermankirin û xeteriya wê ya jiyanê tune ye.      Jina bi navê Narinç Yaman a ku li gundê dalekan ê Qilebanê di encama teqîna li baregeha leşkerî de birîdar bû hat diyarkirin ku li beşa lênêrtina giran tê dermankirin.  Hat ragihandin ku teqîn di encma raxistina mayînan a ji aliyê leşekran ve pêk hatiye û derbarê sedema teqînê de tu agahî nehat dayîn. Lawê Narinçê ya ku mîhên xwe diçêrandin Kadrî Yaman diyar kir ku dayika wî di beşa lênêrtina giran de ye lê xeteriya jiyanê ya dayika wî tune ye.   Lawê Narinçê Kadrî diyar kir ku parçeyên teqemeniyê li rovî û li piyê dayika wî ketine û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Doktor dibêjin ku dibe ameliyat pêwist bike û ji ber wê jî dayika min di beşa giran de digirin. Lê tu xeteriya jiyanê ya dayika min tune ye."