Çalakiyên konê piştgiriya Efrînê didome 2018-03-15 15:12:37   TILTEMIR - Ji bo piştgiriya berxwedana serdemê ya Efrînê li Til Temirê konê piştgiriyê hatibû vedan. Di çarçoveya çalakiyên konê piştgiriyê de civîn hat lidarxistin.    Ji bo piştgiriya berxwedana serdemê ya Efrînê li Til Temirê konê piştgiriyê hatibû vedan. Di çarçoveya çalakiyên konê piştgiriyê de civîn hat lidarxistin. Di civînê de hat ragihandin ku dê gelê Til Temirê heta dawî piştgiriyê bide Efrînê da ku Efrîn bi ser bikeve.    Her wiha di axaftinan da hat gotin ku dewleta tirk ji bo demografiya Sûriyeyê biguherîne êrîşî Efrînê dike û hat gotin ku Gelê Kurd li dijî van êrîşên dijwar berxwedanek bê hempa dimeşînin û dê Gelê Efrînê bi ser bikeve.