Êrîşên li ser Efrînê didome: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn 2018-03-15 12:18:04   EFRÎN - Di encama bomberana serê sibehê ya li ser Efrînê 2 jê zarok 3 sîvîl birîndar bûn. Li gor daxuyaniya SOHR'ê di encama êrîşên do de herî kêm 10 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan.    Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê ket roja 55'an. Êrîşên dewleta tirk ên li ser navenda Efrînê yên bi obus û balafiran didome. Do şev di encama êrîşên obusan ên li ser kuçeyên Eşrefiye, Maretî û Vilayetê de 4 jê zarok 7 kes hatin qetilkirin 10 sîvîl jî birîndar bûn.   Vê serê sibehê dîsa kuçeyên Eşrefiye û Mahmudiyê bi obusan hat topebarankirin. Li gor agahiyên ewil 2 jê zarok 3 sîvîl birîndar bûn.    Her wiha balafirên TSK'ê îro serê sibehê gundê Meydankê yê Şêrayê bombebaran kir. Pevçûnên dijwar dewam dike. Hat zanîn ku tevgera balafirên tirk ên keşfê  ya li ser navenda Efrînê jî didome.    SOHR: Herî kêm 10 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan   Li gor agahiyên Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê herî kêm 10 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan.    Her wiha li gor daxuyaniya SOHR'ê di encama êrîşên ku Tirkiyeyê di 20'ê Çileyê de dest pê kir de heta niha jê 36 zarok 225 sîvîlî jiyana xwe ji dest da.