Dilbirîn Kobanê: Dê serkeftin a gelê berxwedêr ê Efrînê be 2018-03-15 09:02:02   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê, Dilbirîn Kobanê di derbarê berxwedana Efrînê de got: "Li dijî dewleta tirk a ku êrişî Efrînê dike em ê heta dawî serî hildin. Em ê tu carî rihê xwe yê berxwedanê winda nekin. Dê serkefin her tim a Gelê Kurd be û dê têkoşîna Gelê Kurd di rûpelên dîrokê de dîsa bê nivîsandin.”   Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê, didome. Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî û anî ziman ku  Gelê Kurd çawa ku DAÎŞ li Kobanê têk bir dê li Efrînê jî bi ser bikeve.   Dilbirîn Kobanê diyar kir ku gelê Kurd li dijî DAÎŞ’ê serkeftinek mezin bi dest xist û dewam kir:”Têkoşîna Gelê Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji cîhanê re bû mînakek girîng. Tirkiye jî îro êrîşî axa gelê ku çeteyên DAÎŞ’ê têk bir, dike. Ev nayê qebûlkirin, divê cîhan jî vê yekê qebûl neke û helwestek zelal nîşan bide.”   ‘Zarok tên qetilkirin’   Her wiha Dilbirînê diyar kir ku li Efrînê zarok hedef tên girtin û wiha got:”Dewleta tirk ji dîrokê heta niha her dem dest avêtiye destkeftiyên Gelê Kurd û naxwaze Kurd bibe xwedî statu. Loma êrîşî Efrînê dike di vî şerî de bi bombebarana dewleta tirk zarok tên qetilkirin. Lê me soz daye rêber Apo û gelê xwe ku tevî hemû êrîşan em ê berxwe bidin û dê serkeftin a me be.”   ‘Rûsya û Amerîka li gor berjewendiyên xwe tev digerin’   Dilbirînê bal kişand ser tevgera ji bo berjewendiyên Rûsya û Amerîka û wiha dewam kir:”Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe destûr dan Tirkiye ku êrîşî Efrînê bikin. Rûsya û Amerîka li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Rêxistinên terorî ava dikin û li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin û dawiyê qaşo ji bo tunekirina wan xwe wekî leheng nîşanî cîhanê didin. Kesên ku li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng bimînin nikarin behsa aştî, demokrasî û wekheviyê bikin.”   ‘Li dijî hemû rengên qirkirinê em ê berxwe bidin’   Dilbirînê anî ziman ku wê tu carî gelê kurd dev ji berxwedana xwe bernede û wiha dewam kir: "Li dijî civaka Kurd komployek û qirkirinek mezin tê meşandin, ji ber ku çanda koçberbûnê civakê ji rastiya xwe dûr dixe, dixwazin gelê Kurd koç bikin û ji rastiya xwe dûr bikevin. Çawa ku di encama komployan de Ermenî hatin qetilkirin û dûrî rastiya xwe ketin, dixwazin heman rêbazê dîsa li ser Kurdan jî pêk bînin. Lê em tu carî vê yekê qebûl nakin û çiqas jî bedela wê giran be em tu carî  dev ji berxwedana xwe ya dîrokî bernadin. Çawa ku îro Rêber Apo di girtîgehê de li dijî ewqas zext û zordestiyê li ber xwe dide em ê jî li ber xwe bidin."   ‘Divê her kesekî xwedî wijdan ji bo Efrînê dengê xwe bilind bikin’   Dilbirînê wiha dawî li axaftina xwe anî:” Divê her kesekî xwedî wijdan ji bo Efrînê dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin Efrînê. Çimkî bêdengiya li dijî Efrînê nîşana tunekirina mirovatiyê ye. Em ê tu caran dev ji berxwedana xwe ya dîrokî bernedin û Efrînê biparêzin.”