Konê piştgiriya Efrînê li Tiltemirê hat vedan! 2018-03-14 17:05:16   TIL TEMIR - Tevgera Civaka Demokratîk û Kongra Star konê piştgiriya Efrînê vedan.   Bi armanca piştgiriya berxwdana serdemê Tevgera Civaka Demokratîk û Kongra Star konê piştgîriyê vedan. Konê çalakiyê li ber Meclisa Bajarê Tiltemirê hate dayîn. Her wiha civîn ji mamosteyên ziman re  li bin konê piştgiriyê hate li darxistin.   Civîn ji aliyê Hevseroka Bajarê Til Temirê Emgîhan Cûdî hate birêveberin, civîn bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir.   Komploya 15'ê Sibatê li Efrînê Dewam dike!   Hevseroka Bajarê Til Temirê da zanîn ku erka her kesekê welatparêz ew e ku piştgriyê bide Efrînê û wiha domand: "Dewletan komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Efrînê dewam dike. Li ber çavên cîhanê zarok, jin, kal û pîr tên qetilkirin û cîhan bêdeng dimîne. Ev tê wateya ku destê wan di vê êrîşê de heye."   Êrişa li ser Efrînê, êrişa li ser Netewa Demokratîk e   Emgîhanê wiha  got:"Dewletên navnetewî itfaqên xwe dikin heta ku Netewa-Demokratîk ya ku projeya Rêber Apo ye tune bikin. Mirovên ku fikir û felsefeya Rêber Apo naskiriye, ew hemû   îro tevlî berxwedana Efrînê dibin, weke Avesta Xabûr û Barîn Kobanê."   Berxwedana gel ew ê planên dijminan vala derbixe!   Emgîhanê di berdewama axftina xwe de wiha got: "Dibe ku her kes rastiya berxwedana serdemê nas bike û piştgriyê bide Efrînê, ji ber ku parastina Efrîn Parastina hemû Bakûrê Sûriyeyê ye."   Civîn bi dirûşma "Bijî berxwedana serdemê",  "Em li pişta Efrînê ne" bi dawî bû.