'Parastina xaka Efrînê parastina rûmetê ye' 2018-03-14 16:43:27   GIRKÊLEGÊ - Mamosteyên Peymangeha Şehîd Baz êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi daxuyaniyê şermezar kirin û gotin:"Parastina xaka Efrînê parastina rûmetê ye, em ê heta dawî rûmeta xwe biparêzin."   Mamosteyên Peymangeha Şehîd Baz li Girkêlegê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi daxuyaniyê şermezar kirin û anîn ziman ku Efrîn dê bi têkoşîna xwe ya bê hempa bi ser bikeve. Daxuyanî li pêşiya Peymangeha Şehîd Baz û ji aliyê Yasmin Hisen hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şerê li dijî Efrînê tê meşandin şerê li dijî şaristanî û mirovatiyê ye û wiha hat gotin:"Li dijî Efrînê hemû şêwaz û alavên qirkirinê tên bikaranîn. Bi top û balafiran jin û zarok tên qetilkirin. Ev komkujî li pêşiya çavên tevahî cîhanê tê kirin. Lê her kes îro bê deng e. Dixwazin bi siyasetên xwe yên qirêj  nirxên welatê me binpê bikin û rûmeta xaka Sûriyeyê tune bikin. Lê lehengiya gelê me her li ber xwe dide û di cengên berxwedanê de dîroka mirovahiyê tomar dike. Banga me weke mamosteyên jin û ciwan ew e ku ji bo şoreşê dest bidin hev û welatê xwe biparêzin. Parastina xaka Efrînê parastina rûmetê ye."     Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê", "Şehîd namirin" bi dawî bû.