Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin 2018-03-14 15:32:49   ÎZMÎR - Li Tireyê jina bi navê Muzeyyen Laçin hat qetilkirin.    Li navçeya Tireya Îzmîrê jina bi navê Muzeyyen Laçin li mala xwe hat qetilkirin. Ji ber giriyê pitika 3 salî cîranê Muzeyyenê hat mala wê û gazî ekîbê tendirustiyê kirin. Cenazeyê Muzeyyenê rakirin morgê. Derbarê M.B de biryara girtinê hat dayin.   Hat zanîng ku derbarê bûyerê de lêpirsin hatiye destpêkirin.