Li navenda Efrînê berxwedan heye :Erdogan kê ji ku diqewirîne? 2018-03-14 12:41:26   Ruhenda Amed   EFRÎN - Malbatên Efrînî ku di encma êrîşên dewleta tirk de xaniyên wan hatin hilweşandin, berê xwe dane navenda bajêr. Malbatên ku ji aliyê Kongreya Star û TEV -DEM'ê ve li navenda bajêr li kampên ku hatine avakirin hatin bichikriin wiha gotin: "Gelo ji televîzonan jî nabînin komkujiyên ku tên kirin.  Erdogan çi ji me dixwaze.  Kê ji ku diewirînin.  Evder mala axa me ye, em dernayên. Em li ser axa xwe bimirin jî ji bo me şeref e. "   Êrîşên deweta tirk û komên girêdayî wê ên li ser Efrînê di roja 54'emîn de berdewam dikin. Li gel êrîşên ku li ser navenda bajêr zêde bûne, welatiyên ku gundê wan ji aliyê balafirin TSK'ê ve tên bombebaran kirin berê xwe didin navenda Efrînê. Welatiyên ku li gel malên wan hatin hilweşandin efrînê terk nakin, ji aliyê Kongreya Star û Tevgera Demokratîk a Gelan (TEV- DEM) ve li kampên ku haitine avakirin tên bicihkirin.   Li konên ku ji aliyê Kongreya Star û TEV -DEM'ê ve li navenda bajar hatin vekirin pêdiviyên welatiyan tên pêşwazîkriin. Lê li dora kampên ku hatine vekriin jî bombebaran berdewam dike. Li konên ku ji 50 malbatên Efrînê zêdetir li wan bi cih bûne wiha tê gotin: "Ger ku em li vir bimirin jî ev ji bo me şeref e. Em Efrînê naterikînin."   'Zarok jî di nav de li her kesî didin'   Jina bi navê  Fehîme Kazikli Heso ku li kampê bi du zarokên xwe yên astengdar re dimîne wiha got: "Tirkiye êrîşî sivlan dike. Lê Efrîn ya me ye. Em bi ku de biçin. Ger ku em li vir bimirin jî ev ji bo me şeref e. Erdogan li zarok, jin kal û pîran tev de didee. Mala me bi ser serê me de hilweşandin .Kesê ku karibû bireve reviya yên din man."   'Me bi zorê canê xwe ji êrîşan xilas kir'   Miyeser Mistefa ya ku ji gundê Qîrîmîlîkê ye jî ev tişt got: "Em xwe ji tang top û balafirin Erdogan rizgar kir. Çima ev 54 roje ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dikin .Çima kesek dengê xwe dernaxe?  Me hemû ajal û alavên xwe li pit xwe hişitin. Kê dibînin dikujin."    'Wekî ku li hev kiribin komkujiyan temaşe dikin'   Jina bi navê Fehîme ya ku li kampê hatiye bicihkirin jî ev tişt  got: "Erdogan DAÎŞ bi xwe ye. Çav berdaye mal û mikên kesên xizan. Ji me çi dixwaze?  Tên kuderê alavên gel didizin. Bi dehan cenaze li ortê man û kesek ji ber êrîşan nikare biçe. Nahêlin ku em cenazeyê xwe jî bigirin û kesek dengê xwe ji vê rewşê re dernaxe. Wekî ku li hev kiribin komkujiyên li Efrînê tên kirin temaşe dikin."