Deriyê Parka Newrozê ji aliyê Qeyûm ve hat hilweşandin 2018-03-14 11:47:05   AMED - Rêvberiya Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, deriyê têketina qada newerozê ku li ser nivîsa 'Parka Newrozê' nivîsandîbû bi kepçeyan rûxand.   Tîma girêdayî Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê  Mezin a Amedê, deriyê ji betonê yê li ketina Parka Newrozê ku her sal bi tevlibûna milyonan kesan Newroz lê tê pîrozkirin rûxand. Derî çend roj berê hat rûxandin û bermahiyên derî jî hatin rakirin. Li gorî nûçya di MA'yê de hat weşandin welatiyên li derdorê gotin ew nizanin ka ji bo çi derî hatiye rûxandin.    Têkildarî mijarê li Midûriyeta Park û Baxçeyan a ku telefonî wê hat kirin,  diyar kir ku wan ji bo derbaseya Parka Newrozê xebateke nû daye destpêkirin û wihagotin: “Me di xebata nû de pêdivî bi derî nedît. Kî bixwaze bila têkeve parkê.”    Her wiha platforma li qada ku dê di 21’ê Adarê de Newroz lê bê pîrozkirin jî bêxwedîtiyê diherife. Hesinên platformê jengar girtine û piraniya cam û paceyên wê jî şikiya ne.