‘Di vê Newrozê de em ê dengê xwe bilindtir bikin’ 2018-03-14 09:15:42   AMED - Hevberdevka HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîtît  derbarê xebatên Newrozê de ku bi şîara ‘Newroz berxwedan e, bihara gelan a li dijî faşîzmê ye’ hatiye destpêkirin, de axivî û got: “Tevî hemû îtîrazên AKP û MHP’ê, qedexeyan û zextan gel îradeyek mezin nîşan da û daket kolanan, têkoşîn dan. Em ê di hawirek wisa de  Newrozê pîroz bikin. Di vê Newrozê de jî em ê îtîrazên xwe bi dengekî bilind biqêrin.”   Starta Newroza 2018’an bi şîara ‘Newroz berxwedan e, bihara gelan a li dijî faşîzmê ye’ hat dayîn. Xebatên Newrozê bi lez berdewam dikin û gelek kesên xebatan dimeşînin jî hatin binçavkirin. Hevberdekva HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît derbarê xebatan de axivî û got tu astengî wê bi wan şûnde gavê nede avêtin.   ‘Me ji 8’ê Adarê de astengî dîtin’   Gulîstanê bi lêv kir ku ji sala 2015’an heta niha wateyek cuda ya Newrozan heye û got Tirkiye hatiye asteke ku mirov nikarin bîhna xwe bigirin. Gulîstanê got: “Li dijî hemû zext û pêkanînan civakê bi awayekî cidî îtîraz kir. Me ev îtîraz li qadên 8’ê Adarê dîtin .Tevî hemû zext, îtîraz û qedexeyên AKP û MHP’ê gel îradeyek cidî danî holê û li kolanan têkoşîna, aştî, demokrasî û azadiyê meşand. Em ê di hawirek wisa de Newrozê pîroz bikin.”   ‘Em ê têkoşînê pêşdetir bibin’   Gulîstanê diyar kir ku Newroza îsal wê îtîraza herî bilind derxe holê û li dijî desthilatdariyek ku dixwaze gelan tune bikin, înkar bikin wê gotina xwe biqîrin.    Gulîstanê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Îtîraza li dijî tacîz, tecawiz, îstîsmarê jî wê bibin yek li qada Newrozê. Emê hewl bidin têkoşîna avakirina welatekî wekhev, azad û demokrat pêngavek din pêşde bibin.Hinek li dijî gelên vî welatî tifaqên herêmî û netewî ava dikin. Em li dijî vê desthilatdariya gel li kolanê li qadên Newrozê ava bikin. Em dizanin ku tifaqên me di dîrokê de her tim qezenc kirine. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadên Newrozê.”