‘Çima hemû cihan li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng e?’ 2018-03-14 09:04:47   AMED - Jinên Amedê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin ku çima hemû cîhan li dijî van êrîşên dewleta tirk bêdeng dimîne.   Êrîşên dewleta tirk û hêzên girêdayî wê di roja 54:'emîn de berdewam dikin û berxwedana serdemê ya li dijî van êrîşan jî bi hemû hêza xwe berdewam dike. Jinên Amedê yên ku bertek nîşanî êîrîşan dan diyar kirin ku kurd tu heta roja îro bi êîrşan neqediyane û wê ji îro û şûnde jî neqedin.    Jina bi navê Cahîde êrîşên tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar kirin û wiha got: "Tişta ku tê kirin hovîtî û zilm e. Kesên ku dibêjin em misilmanin li ser navê misilmaniyê  li dijî kurdan şer dane destpêkirin û niha jî li Efrînê komkujiyan li ser gelê sivîl pêk tînin. Îktîdara AKP’ê zarokan dikûje û malên gel talan dike. Em vî tiştî tu carî qebûl nakin. Bila tu carî nebêjin ku kurd wê biqedin, kurdên ku heta roja îro li dijî hemû hovîtiyan li ber xwe dane wê ji îro û pêde jî li ber xwe bidin û neqedin.  Ew kurdan bigirin bixin girtîgehan jî kurd naqedin. Em ê heta dawiyê li pişt zarokên xwe bin.”   ‘Ev hovîtî û bêîmanî ye’   Cahîde di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdan û got ku îro hîn kurdên ku xwe sipartine Erdogan hene, lê bila bi gotinên Erdogan nexapin.  Bila bizanibin ku wê rojekê dor bê wan jî. Cahîdeyê wiha berdewam kir: “Bila hemû kurd yekitiya xwe ava bikin û li dijî êîrşên li ser kurdan bêdeng nemînin.  Efrîn axa me kurdan e. Îro dagirker ketine welatê me  û dişewitînin. Em ê tu carî dev ji axa xwe bernedin. Pêwîst e hemû kurd îro bibin yek. Êdî bila kurd neyên xapandin. Em heta dawiyê li pişt Efrînê ne."   'Bêdengî hevkarî ye'   Jina bi navê Hûrriyet jî anî ziman ku hemû welat li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Bila tu kes çav û gûhên xwe negire. Ev ne şer e zilmkarî ye. Kurd ji bo ku bên kuşitn nehatine dinê. Ji bo ku bijîn hatin dinê. Em vî  şerê qirêj naxwazin û dibêjin ku bila Tirkiye dawiyê li êrîşên xwe yên li ser Efrînê bîne. Efrîn bajarê me ye em ê heta dawiyê biparêzin."   ‘Ji bajarê kurdan çi dixwazin’   Herî dawî jî jina bi navê Hamdiye axivî û wê jî bi lêv kir ku bi dilê xwe li gel gelê Efrînê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila Tirkiye leşkerên xwe ji axa Efrînê bikişîne. Kesekî axa wan dagir nekiriye. Bila bizanibin ku tiştê dikin hovîtî û zilm e. Em serkeftinê ji berxwedana Efrînê re dixwazin û em ê heta dawiyê li pişt Efrînê ne.  Divê tu kes li dijî hovîtiya ku tirkiye li li ser Efrînê bêdeng nemîne û rabin ser piyan”