ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-14 09:00:00   *Dayika Şaha Kindî ya ku bi çêkirina dermanê xwezayî ji mirovan re dibe çare anî ziman ku ew bi tedawiya xwezayî hem çanda xwe diparêze hem jî xizmeta civakî dike.   *Hikumeta tirk bi êrîşên li ser Efrînê zarok û welatiyên sivîl hedef digire. Heta niha di ecama bombebaranên Tirkiyeyê de bi piranî zarok û jin gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên ku dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî Efrînê dane destpêkrin di roja   54'emîn de berdewam dikin. Li dijî van êrîşan berxwedan û nerazîbûna gel jî berdewam dikin. Siyasetmenderên Wanê ên ku bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dan gotin ku ew ê  destûrê nedin Helepçeya dûyemîn. BI DÎMEN   *Jinên Amedê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin ku çima hemû cîhan li dijî van êrîşên dewleta tirk bêdeng dimîne. BI DÎMEN   *Gelê Botanê bi helîna berfa quntarên Cudî re çûn qadên ava çavkaniyan a ava bûye û bi hatina Newrozê re jî ligel stranên Kurdî govendê digirin. BI DÎMEN   *JIN TV ya ji aliyê Weqfa Jinan a Newa ve hat îlankirin û di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dest bi weşana testê kir, ji niha de bû çavkaniya îlhama jinan. Endama lijneya weşanê Berfîn Hêzîl armanca avabûna JIN TV vegot: “JIN TV ji bo hemû jinên di riya heqîqetê de, diyariye. Wê reng û dengê jinê ji her derê bide xuyakirin.” BI DÎMEN   *Parêzer Ceren Şîmşek balkişand ser îstîsmara zayendî ya wek nexweşî tê destgirtin û diyar kir ku ev îstîsmarê normal dike û ji ber vê jî xesandin ne çareserî ye û got: “Pirsgirêka esas ev e ku qanûn pêk nayên.” BI DÎMEN   *Hevberdevka HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîtît  derbarê xebatên Newrozê de ku bi şîara ‘Newroz berxwedan e, bihara gelan a li dijî faşîzmê ye’ hatiye destpêkirin, de axivî û got: “Tevî hemû îtîrazên AKP û MHP’ê, qedexeyan û zextan gel îradeyek mezin nîşan da û daket kolanan, têkoşîn dan. Em ê di hawirek wisa de  Newrozê pîroz bikin. Di vê Newrozê de jî em ê îtîrazên xwe bi dengekî bilind biqêrin.” BI DÎMEN   *Jinên ku gotin Newroz azadiya gelan e û li dijî zaliman serîhildan e, hemû gel vexwendin govenda Newrozê. BI DÎMEN