Gelê Efrînê: Ev der warê me ye em bernadin 2018-03-13 17:15:12   EFRÎN - Li Efrînê bi hezaran kes ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dan çûn Şehîdgeha Awesta Xabûrê û wiha gotin: "Efrînê warê me ye û em bernadin.   Li Efrîna ku ev 53 rojên êîrşên hewayî û bejahî yên dewleta tirk û komên girêdayî wê li ser berdewam dikin, bi hezaran kes li navenda bajêr kom bûn û meşeke girseyî li dar xistin.  Bi hezaran kesên ku li dijî nûçeyên medyaya tirk ên dibêjin 'gelê sivîl Efrînê terk dike û nahêlin ku kesên sivîl ji Efrînê derkevin'  di saetên nîvroyê de bi hezaran kes li ber Nexweşxaneya Avrînê kom bûn û dirûşmên 'Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin û berê xwe dan Şehîdgeha Awesta Xabûrê.    Piştî meşa ku bi hezaran kes tevli bûn girseya ku çû Şehîdgeha Awestayê û hemû gorên li şehîdgehê ziyaret kirin, dua kirin û peyamên berxwedanê dan.   Di dema ku gel gor ziyaret dikirn de jî êrîşên hewayî ên li derdora bajarê Efrînê berdewam dikin.  Gel li dijî êrîşan dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" berz kir.    Gel li Şehîdgehê piştî peyama "Em li vir in, naçin derekê, ev der warê me ye" da vegeriya bajêr.