Parêzeran Abdullah Ocalan cara 738'an serlêdan kirin 2018-03-13 13:24:41   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin cara 738'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Cengîz Yureklî û Newroz Uysal bi armanca bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtin pêk bîne, cara 738'an serî li Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.    Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 737 caran serî li serdozgeriyê dan. Lê heta niha bi hincetê “muxalefeta hewayê heye", "keştî xerabe ye", “keştî di tamirê de ye" û “OHAL heye" serlêdan tên redkirin.