Êrîşî konvoya sivîlan a çû Efrînê kirin 2018-03-13 13:07:15   EFRÎN - Li dijî Konvoya kesên sivîl ku ji herêmên cuda ên Bakurê Sûriyeyê çûn Efrînê li gundê Basûtê yê girêdayîn navçeya Şêrawa ji aliyê TSK'ê ve êrîş hat kirin.    Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê di roja 53'emîn de berdewam dikin. Li Efrîna ku hatiye dorpêçkirin berxwedana welatiyan a ji bo ku malên xwe neterikînin erdewam dike û gelê ku ji bo piştgiriyê ji Bakurê Sûriyeyê diçe Efrînê jî bi êrîşên TSK'ê re rûbirû dimîne.  Herî dawî konvoya kesên sivîl ên ku berê xwe  ji Bakurê Sûriyeyê dan Efrînê li gundê Basutê yê girêdayî navçeya Şêrawa rastî êrîşa TSK'ê hat.   Derbarê encama topebarana ku hat kirin de tu agahiyên zelal hîna nehatine.