Kedkar bi şandina Efrînê hatin tehdîtkirin 2018-03-13 10:29:57   ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku kedkarên ji Sûriyeyê yên li TOK'yên li taxa Konakê dixebitin ji aliyê polîsan ve bi zextên ger ku hûn neçin  Efrînê hûnê bên dersînorkirin re rûbirû hatine hiştin.     Hat îdiakirin ku kedkarên ji Sûriyeyê yên li TOK'yên li taxa Konakê dixebitin ji aliyê polîsan ve bi zextên ger ku hûn neçin  Efrînê hûnê bên dersînorkirin re rûbirû hatine hiştin.  Kedkarekî Sûriyeyî ku li TOK'yê dixebite û nexwest ku navê xwe bide diyar kir ku polîsan kedkarên Sûriyeyî kom kirin û ji wan re gotine, "Em ê ji bo we wesayitkê bigirin û we bişînin Rihayê."    Îdiaya desînorkirina kedkaran   Ji 45 kedkarên ku li TOK'yên taxa Konakê ya Cizîrê dixebitin tenê 20 kes mane. Hat îdakirin ku kedkar ji aliyê polîsan ve hatin tehdîtkirin  û ji wan re wiha hatiye gotin: "Yan hûn ê biçin Efrînê yan jî Em ê we dersînor bikin." Hat îdakirin ku 25 kedkarên Sûriyeyî yên ku çûna şer ê li Efrînê qebûl nekirine berî bi hefteyekê ji Tirkiyeyê derketine.