‘Li dibistanan êrîşên zayendî zêde bûne’ 2018-03-13 09:02:45   Rojda Aydin   AMED - Piştî mamosteyên Egîtîm Senê hatin îxrackirin li dibistanan li dijî zarokan îstîsmara zayendî  gelek zêde bûye. Sekretera Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Mizgîn Yavuz îstîsmara zayendî ya ku li dibistanan li dijî  zarokan tê kirin nirxand. Mizgînê anî ziman ku li gel van hemû êrîşan dixwazin di ser zarokan re civakê bi teşe bikin.   Piştî mamosteyên Egîtîm Senê hatin îxrackirin li dibistanan êrîşên zayendî yên li dijî zarokan  gelek zêde bûne. Sekretera Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Mizgîn Yavuz a ku rewşa dibistanan nirxand anî ziman ku li gel van hemû êrîşan dixwazin di ser zarokan re civakê bi teşe bikin.   Mizgînê di serî de êrîşên zayendî yên ku tên kirin wek polîtîqaya dewletê nirxand û got ku di her pêvajoyê de li dijî jin û zarokan êrîş tê kirin û wiha berdewam kir: “Di demên dawiyê de dema mirov lê dinere li qadên perwerdehiyê êrîşên zayendî, tacîz û tecawiz gelek zêde bûne. Dema ku mirov li rojeva bajarê Amedê dinêre  tim li dijî zarokan îstîsmara zayendî heye û li dibistanan jî zarok bi bûyerên tacîzê re rû bir û dimînin. Ev tiştê ku îro tê jiyîn encamên polîtîqayên dewletê ne. Dewlet bi qanûnên ku çêdike êrîşkaran diparêze û ev jî hêzê dide wan. Kesekî ku bertek nîşanî van êrîşên li dijî zarokan pêk tên didin. Bi pêkanînên dijmirovî re rûbirû dimînin û derbarê wan de doz tê vekirin. Bi vî awayî kiryar tên parastin."   'Dixwazin zarokên keç ji berwerdeyê dûr bixin'   Mizgîn di berdewama axaftina xwe de got ku bi îstîsmara zayendî û êrîşa zeyendi ku tên kirin tê xwestin ku di ser van êrîşên li dijî zarokan tên kirin  civakê bi teşe bikin û wiha pê de çû: “Bi taybetî îktîdar dixwaze zarokên keç ji perwerdeyê bên dirxistin û bi vê hişmendiyê tevdigere. Vê jî bi riya îstîsmara zeyendî, tacîz û tacîza bi devkî dixwazin bikin. Lê li dijî van hemû pêkanînan bertekên gel kêm in. Divê ku bêhetir civak li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bike. Gel di ferqa vê rewşê de ye lê ji ber zextên dewletê bêdeng dimîne. Delet bi OHAL'a ku heye gel tehdît dike. Bi OHAL'a ku hatiye ragihandin dixwazin ku gel biçewisînin û bêdeng bikin.”   ‘Piştî îxracan êrîşên zayendî zêde bûn’   Mizgîn di dirêjiya axaftina xwe de got ku wek mamosteyên endmên  Egîtîm Senê li heremê li hemberî êrîşên ku tên jiyîn bêdeng namînin û wiha got: “Em mamoste li dijî êrîşên ku tên kirin bêdeng namînin. Ji ber ku em di pêvojoyeke ku hat xwestin perwerwerdehî bê astengkirin û  zarok neçin dibistanê re derbas bûn. Li dijî êrîşan û binpêkirina mafên perwerdeyê me wek sendîka dest bi greva birçîbûnê kir. Lê belê bi êrş sirgûn, îxrac û  girtinan xwestin têkoşîna me rawestînin. Li dijî vê me bi greva birçîbûnê dengê xwe bilindkir û  em bi cezayê  cur bi cur re rûbirû hatin hiştin. Lê li mudur û mamosteyên ku zarokan tacîz dikin û tecawizî wan dikin nayên cezakirin. Piştî ku mamosteyên Egîtîm Senê hatin îxrackirin li dibistanan  êrîşên zayendî gelek zêde bûn.”