ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-13 09:00:00   *Jinên herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin, berxwedana serdemê slav kirin û gotin:"Wê jinên Efrînê ji bo parastina axa xwe hemû bibin mîna Avesta û Barînan." BI DÎMEN   *Jinên Şirnexê ji bo Newroza Cizîrê bang kirin û diyar kirin ku wê ruhê 8’ê Adarê bibin qadan û bi rengên xwe wê qadên Newrozê veguherînin biharê.   *Piştî mamosteyên Egîtîm Senê hatin îxrackirin li dibistanan li dijî zarokan îstîsmara zayendî  gelek zêde bûye. Sekretera Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê Mizgîn Yavuz îstîsmara zayendî ya ku li dibistanan li dijî  zarokan tê kirin nirxand. Mizgînê anî ziman ku li gel van hemû êrîşan dixwazin di ser zarokan re civakê bi teşe bikin. BI DÎMEN   *Li Nisêbînê li dijî berxwedana rêveberiyên xweser yên gel qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî qedexeyê dorpêç hat destpêkirin û piştre jî xwestin navçeyê bi TOKÎ’yan veguherînin qada ji betonê.   *Gulten Tarhanacai diyar kir ku wek her qadê jin di derhêneriyê de jî bi cudakariyê re rûbirû tên hişitn û tevî vê serkeftinên mezin bidest dixin. BI DÎMEN   *Endama PM'a HDP'ê  Arîfe Çinar diyar kir ku ji bo pergala serokatiyê li gorî hiqûqê pêk bînin pergala hilbijartinê ji nû ve tê bi teşekirin û tê xwestin ku civak bê globalkirin û rakirina pergala parlamenteriyê mijara niqaşê ye. BI DÎMEN   *Li Nisêbînê 4 xwişk û bira ku yê herî biçûk 3 salî û yê herî mezin 16 salî ye dê û bavê wan hatin girtin û niha her çar zarok têkoşîna jiyanê didin.    *Nivîskar Hamîde Yîgît diyar kir ku qada navneteweyî li dijî êrîşên li hemberî Efrînê bêdeng e û di warê ku Tirkiye agirbestê pêk bîne de bi awayekî cidî hişyarî nayê kirin û wih agot: “Li Efrînê qirkirinek mirovahiyê ya cidî dikare pêk bê. Vê êdî asta jinedî ve hatinê  derbas kiriye. Rûsya ji bo Tirkiyeyê li cem xwe bigire ji cîhadiyan re jî cih vekiriye.